• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

    Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

    Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

    Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

    Xizmên Windayan aqubeta Mehmet Guler pirsîn

    Xizmên Windayan aqubeta Mehmet Guler pirsîn

    Bi girseyî çûn şîna Cîhan Yîgît ê HPGî

    Bi girseyî çûn şîna Cîhan Yîgît ê HPGî

    Bi girseyî serdana şîna Ferman Tûrgût kirin

    Bi girseyî serdana şîna Ferman Tûrgût kirin

    Li Siwêdayê şer derket

    Li Siwêdayê şer derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

    Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

    Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

    Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

    Xizmên Windayan aqubeta Mehmet Guler pirsîn

    Xizmên Windayan aqubeta Mehmet Guler pirsîn

    Bi girseyî çûn şîna Cîhan Yîgît ê HPGî

    Bi girseyî çûn şîna Cîhan Yîgît ê HPGî

    Bi girseyî serdana şîna Ferman Tûrgût kirin

    Bi girseyî serdana şîna Ferman Tûrgût kirin

    Li Siwêdayê şer derket

    Li Siwêdayê şer derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PTAyê Rapora ‘Ji Bo Tenduristiya Civakî Aştî’ parve kir

Amed / AW

6 KANÛN 2025 - 15:47
Kategorî: CIVAK, TENDURISTÎ
A A
Platforma Tenduristiyê ya Amedê  rapora encama komxebat û panela ku rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê di 9ê Mijdarê de bi mijara “Ji bo Tenduristiya Civakî Aştî” lidarxistibûn bi raya giştî re parve kirin.

Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) di 9ê Mijdarê de li ÇandAmedê panela bi navê “Ji bo Tenduristiya Civakî Aştî” li dar xistibûn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê  rapora derheqê panelê de hatî amadekirin bi raya giştî re parve kir. Rapor li avahiya şaxa SESê a li navçeya Yenîşehîrê hat xwendin. Rapor ji aliyê endamên platformê ve hatin xwendin. Kurdiya raporê Jiyan Ay, Tirkiya wê jî Muhammet Can xwend.

Rapor bale dikişine ser têgihên wek ‘’mafê tenduristiyê, wekhevî, hevrûbûna trawmayan, dad û avakirina aştiyê’’ û li di çarçoveya van têgihan de komxebat li ser tesbît û pêşniyariyên çareseriyê hûr dibe.

Weke encam komxebat li ser van xalên hevpar li hev kirin e:

-Tendurustî mijareke siyasî ye

-Mêtîngehkirin, navendîbûn, şer û bavsalarî diyarkerên bingehîn ên tenduristiya civakî ne.

-Aştî ji bo tenduristiya giştî şertê pêşîn e.

-Mafê tenduristiyê li civakên şer berdewam dike pêk nayê.

-Tenduristiya bi zimanê dayikê mafeke bingehîn e.

-Ziman, li ser dermankirin, tenduristiya derûnî û çareserkirina birînên civakî diyarker e.

-Azadiya jinan bingeha azadiya civakî ye.

-Gihîştina jinan a mafê tenduristiyê ji ber zextên piralî sînordar e.

-Girtîgeh krîzên tenduristiya civakî kûrtir dikin.

-Divê bi lezgînî çareserî ji girtiyên nexweş û polîtîkayên tecrîdê re bê dîtin.

-Qirkirina ekolojiyê rasterast tenduristiya civakî xera dike.

-Tenduristiya xwezayê û tenduristiya civakê nikarin ji hev cuda werin nirxandin.

 Her wiha komxebatê dawiya raporê de ji bo jinûve avakirina tenduristiya giştî çend pêşniyari jî anîne ziman. Pêşniyarî ev in:

-Bidawîkirina polîtîkayên şer,

-Demokratîkkirina xizmetên tenduristiyê,

-Naskirina mafê tenduristiyê bi zimanê zikmakî,

-Xurtkirina îradeya herêmî, Hevgirtina azadiya jinan wekî prensîbeke civakî,

-Bidawîkirina binpêkirinên di girtîgehan de, Sazkirina mekanîzmayên ji bo hevrûbûna trawmayê.

Etîket: Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên CemaweriyêOdeya Bijîjkan a AmedêPlatforma Tenduristiyê ya AmedêRapora encama komxebatê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dr. Veysî Ulgen: Aştî bingeha tenduristiyê ye

Dr. Veysî Ulgen: Aştî bingeha tenduristiyê ye

16 TÎRMEH 2025
Kedkarên tenduristiyê: Divê daxwazên me bên qebûlkirin

Kedkarên tenduristiyê: Divê daxwazên me bên qebûlkirin

23 HEZÎRAN 2025
Bakirhan: Li cihê ku pirsgirêka kedê lê nebe wê pirsgirêka kurd jî bê çareserkirin

Bakirhan: Li cihê ku pirsgirêka kedê lê nebe wê pirsgirêka kurd jî bê çareserkirin

1 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (95)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne