Amed – Di danişîna doza 19 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê de, dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derve red kir û danişîn taloqî 9ê Tîrmehê kir.
Danişîna 10emîn a doza ku 19 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Azîz Orûç, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û xebatkarên çapemeniyê Remziye Temel, Berîvan Karatorak û Servet Yîgen têne darizandin.
‘Em nikarin rojnamegeriya xwe pêk bînin’
Ji rojnamegerên ku tên darizandin Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Abdurrahman Oncu, Serdar Altan û Esmer Tunç beşdarî danîşînê bûn. Di çarçoveya dosyaya ku hatibû amadekirin de, parastina Bêrîvan Karatorak hat girtin. Piştre Serdar Altan axivî û diyar kir ku kesên li vir tên darizandin rojnameger in û mijara darizandinê jî karê wan ê pîşeyî ye. Serdar Altan destnîşan kir ku ji ber qedexeya derketina derve ya ku sê sal in berdewam dike, ew nikarin rojnamegeriya xwe pêk bînin û xwest ku ev biryar were rakirin.
Piştî navberê, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derve ya rojnamegeran berdewam bike û danîşîn taloqî 9ê Tîrmehê kir.













