Wezareta Karên Hundir a Tirk, qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin.
Di 11ê sibatê de danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hatibû. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birîbû. Bi vê yekê re pêşiya tayînkirina qeyûm hate vekirin. Gelê bajar jî li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, 5 roj in li pêş şaredariyê nobetê digire.
Gelê Wanê ku 5 roj in bi şev û roj li pêşiya şaredariyê nobetê digirin, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” berz dikin.