Bi hezaran kesên ku li quntara Çiyayê Qerejdaxê hatine ba hev agirê Newrozê pêxistin.
Li Amedê îsal Cejna Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin. Li gundê Keloşkê yê li quntara Çiyayê Qerejdaxê bi tevlîbûna parlamentera Amedê Adalet Kaya, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê, hevşaredarên Rezanê, aktîvîstên TJAyê, gelek nûnerên saziyên sivîl û hezaran welatî sermaya şeva tarî bi agirê Newrozê ronî kirin.
Bi meşale û posteran meşiyan
Ciwanên ji du baskên gund meşale pêxistin li qada gund gihîştin hev. Ciwanên meşale pêxistin posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn, endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û bal kişand ser aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û diyar kir ku divê piştgiriya Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê were kirin.
Piştî axaftinan, jin, ciwan û rêveberên partiyan li nada gund agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî heta derangiya şevê bi coş berdewam kir.
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû.













