Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatibûn qetilkirin, li Wanê hatin bibîranîn.
Bi boneya sala 95emîn a Komkujiya Zîlanê ku di 1930ê de li navçeya Erdîşê ya Wanê hate kirin, merasîma bîranînê hat lidarxistin û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erdîşê li gundê komkujî lê hatibû kirin, merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de pankarta “Komkujya Geliyê Zilanê jî bîr nekin da ku nebe dîsan” hate hilgirtin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di bîranînê de got: “Komkujiya li vir hatibû kirin, di dîroka cîhanê de weke rûreşiyekê cih girt. Em dizanin ku di dîrokê de li dijî gelê Kurd gelek komkujî û êriş hatin kirin. Ji Koçgiriyê heta Zîlanê, Roboskê. Di komkujiyan de jin, zarok hedef hatin girtin û qetilkirin. Gelê Kurd dîsa jî serî li ber polîtîkayên îmha û înkarê netewand û dê têkoşîna xwe bidomîne.”
Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin. Piştre jî di çarçoveya merasîma bîranînê de sînevîzyonek hate pêşandan.