• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilat Navîn bijî

    Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilat Navîn bijî

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 20ê NÎSANA 2026an

    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilat Navîn bijî

    Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilat Navîn bijî

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 20ê NÎSANA 2026an

    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hayrî Dûrmuş: Em bi ser ketin

Omer Demîr-Mehmet Alî Ertaş / AW

13 TÎRMEH 2025 - 16:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelê Kurd 14ê Tîrmehê wekî roja berxwedana mezin pênase dike. Li dijî îşkence û zilma li zindana Amedê wekî destpêka roja serkeftinê û tekbirina zilma li Zindana Amedê dibîne.

43 sal berê ciwanên Kurd li dijî îşkenceya herî giran a Zindana Amedê di 14ê Tîrmeha 1982an de li salona dadgehê biryara berxwedanê dan. Beriya wê dîsa ciwanên Kurd li dijî zilmê agir berdan bedena xwe û bi agirê bedena xwe zilm şikandin. Tariya zindanê ronî kirin.

Piştî PKK ava bû. Di nava 2 salan de li Kurdistanê belav bû. Piştî wê 2 sal şûnde li Tirkiye li dijî Apociyan darbela leşkerî pêk anîn.

12 Îlonê di sala 1980an de arteşa Tirk bi pêşengiya Kenan Evren derbeya leşkerî çêkir.  Piştî derbeya 12ê Îlonê girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê bûn cihê îşkencexaneya giran. Yek ji wan jî girtîgeha Amedê bû. Di nava du salan de bi hezaran kes hatin girtin û rastî îşkenceya giran hatin. Vê deme jî pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li girtîgeha Amedê dihatin ragirtin. Dewleta Tirk bi îşkenceyan dixwest serhildana 29emîn ya Gelê Kurd holê rakê. Lê berxwedanê destûr neda  ku îşkencekar bi ser bikevin.

Mazlum Dogan: Berxwedan jiyan e

Yek ji pêşengê PKKê Mazlum Dogan di 21ê Adarê sala 1982an de li dijî îşkenceya giran bedena xwe da ber agir. Bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û îşkence reş kir. Mazlum Dogan li diware hucreya dihat ragirtin, li ser dîwar bi nivîsa “Berxwedan jiyan e. Berxwedana mirovan dibe serkeftinê, teslimiyet dibe îxanetê” peyama berxwedanê dida hemû girtiyan. Ev pêyamê dawî ya Mazlum Dogan bû destpêka serhildana li dijî îşkenceyê.

Piştî çalakiya Mazlum Dogan girtîgeha Amedê bû şahidê çalakiyekî mezin. Lê zext û zordarî bênavber berdewam kir. Her ku îşkence giran bû, berxwedan jî mezin bû. Di 17-18ê Gulana 1982an de di koxusa 33emîn de Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn bedena xwe dan ber agir. Dema ku hevalên wan di çalakiyê de xwestin agirê wan vemirînin caran bang kirin “Agir venemirîn in, ev çalakî ye.”

Di heman demê îşkence didomiya girtiyên pêşengen PKKê di nav tevgerê de bûn. Di darizandina “Koma Riha” ya 14ê Tîrmeha sala 1982yan de kadroyên pêşeng ên PKKê biryara çalakiyê aşkere kirin.

Di çalakiya rojiya mirinê de Kemal Pîr di roja 55an, Mihemed Xeyrî Dûrmûş di roja 58an, Akîf Yilmaz di roja 66an û Alî Çîçek jî di roja 67an ya çalakiya mirinê de jiyana xwe dest dan. Li pişt wan berxwedanek dîrokî û gotina “Berxwedan jiyan e” “Li ser gora min deyndarê gelê xwe ye binivisîn in” hiştin.

Ji bo gelê Kurd û mirovahiyê 14ê Tîrmehê bû destpêka mîladekê. Wê rojê li Dadgeha Amedê biryara Xeyrî Dûrmûş û hevalên wî, mohra xwe li dîroka têkoşîna gelê Kurd dan. Bi vê çalakiyê serdemeke nû dan destpêkirin. Wê rojê diyar bû ku darbeya 12ê îlonê êdî nekarî xwe ji têkçûn rizgar bike. Bi vê çalakiyê êdî tîr ji kevan derket. Darbekar bêçare man. Piştî vê çalakiyê li zindana Amedê bêtir berxwedan geş bû. Bêtir girtiyên siyasî têkoşîn û berxwedan xurt kirin. Bêtir li dijî îşkenceya giran li ber xwe dan û tavîz ji berxwedanê nedan. Wê demê gelek girtî ketin rojiya mirinê. Lê di çalakiya rojiyê de Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan û bûn stêrkê li ezmanê welatê xwe. Gelek girtiyên siyasî ku tev li çalakiyê bûn jî sax man.

‘Em bi ser ketin’

Haydî Dûrmuş dema li gel Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek di 14ê Tîrmeha 1982an de li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê dest bi berxwedana dîrokî ya Rojiya Mirinê kir. Wê demê li gel Mehmed Hayrî Durmûş bi giştî 16 kesan dest bi rojiyê kirin. Piştî biryara li dadgehê Fuat Çavgun, Alî Kiliç û Bedretîn Kavak ku li salonê bûn jî biryara tev li çalakiyê dan. Piştî biryar hat bihîstin, Akîf Yilmaz, Fuat Kav beşdar bûn. 2-3 roj şûnde Mustafa Karasu, biryara tevlêbûna çalakiyê da. Piştî Mustafa Karasu, Hamît Kiliç, Muzafer Ayata, Hamît Baldemîr, Mustafa Çepik, û gelek girtiyên din dibin çalakgerên rojiya mirinê. Ji xeynî kesekî, hemû kesên tev li çalakiyê bûn PKKyî bûn. Kesê istisna jî Hasan Hayrî Aslan ê TÎKOyî bû. Bi helwesteke enternasyonalîst beşdarî vê çalakiyê bû.

Piştî vegera danişînê Xeyrî Dûrmuş di lûla avê de bang li odeyên din dikir û bi gotina “Em bi ser ketin. Em bi 6 kesan bi ser ketin” mizgîniya berxwedan û serkeftinê dida hevalên din.

Siyasetmedar, nivîskarên ku wê demê bûn şahidê berxwedanê gelek caran di qanalên televizyon, rojname û ajansan de der barê çalakiyê de çavdêrî, hest û dîtinên xwe parve kirin.

Siyasetmedar Fûat Kav di bernameyek Stêrk TV de wiha dibêje: “Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke derengmayî bû. Çalakî wê berê bihata destpêkirin, lê belê ji ber ku heyeta dadgehê mafê axaftinê nedida pêşengê çalakiyê Mehmet Hayrî Dûrmûş, dikir nedikirin nikarîbûn çalakiyê bidin destpêkirin.”

Fûat Kav di bernameyê de wiha lê zêde dike: “Lê belê di 14ê Tîrmeha 1982an de heyeta dadgehê careke din mafê axaftinê neda hevalê Hayrî Dûrmûş. Hevalê Hayrî jî bi israr mafê axaftinê xwest û diyar kir ku wê daxuyaniyên gelekî girîng bide, ev daxuyanî wê rêveçûna dadgehê diyar bike, wê rêveçûna girtîgehê diyar bike, wê rêveçûna tevgerê diyar bike. Li ser vê bingehê heyeta dadgehê neçar ma ku mafê axaftinê bide hevalê Hayrî Dûrmûş. Piştre jî hevalê Hayrî Dûrmûş daxuyanî da, qala armanca polîtîkaya êşkenceyê ya li girtîgehê, wateya rejîma 12’ê Îlonê, rola PKK’ê kir û anî ziman ku di şert û mercên heyî de li pêşiya pêkanîna parastina siyasî astengiyên gelekî cidî hene. Her wiha bal kişand ser zexta îtirafkariyê, hewldanên reşkirina PKK’ê û destnîşan kir ku li dijî van kiryaran û pê ve ew ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dike.”

‘Esat Oktay har bûbû’

Yek ji şahidê berxwedana 14e Tîrmehê Hamît Kankiliç, ku rastî îşkenceya  giran hatibû ji bo wan rojan wina dibêje: “Di vegera dadgehê de dema destê me kelepçe dikirin, heta em anîn girtîgehê em rastî heqaretan nehatin. Jop li me nexistin. Dema em ji dadgehê hatin Zindana Amedê pêşî Kemal ji rîngê daxistin. Dema em li rîngê suyar kirin kawîşa 35an cuda digirtin. Esad Oktay Yildiran har bûbû. Ji heval Kemal re digot ‘Tu çima cara din nemir’ Heval Kemal bi awayekî rehet bersîv da û got ‘Wê demê me nizanîbû em ê bimirin. Lê niha em fêrî mirinê bûne.’

Girtiyê Zindana Amedê Muzafer Ayata jî di bernameyên cuda de wiha dibêje: “Vê carê gardiyanan heqaret nekirin. Tenê hatin kelepçe kirin û birin. Li girtîgehê Esat Oktay em pêşwazî kirin. Hat cem kemal û got ‘Patron divê vê carê hûn bimirin. Lê kemal got ‘Dê vê carê wisa nebe’ “

Şahid û mexdûrê wê demê Bedrettîn Kavak jî ku şahidê wan rojan e wiha tîne ziman: “Dema em hetin hundir rûçikên Esat Oktay daliqiya bû. Çilmisî bû. Got ‘Hûnê bimirin’. Kemal jî got ‘Raste em ê bimirin û me biryara mirina xwe daye.’ Lê tenê em namirin. Tuyê jî bimire. Li pir polîtîkayên 12ê îlonê bi dawî bûn. Piştî wê rojê li ser masê pêkanînên wan qediyan.”

Endamê Konseya KCKê Mustafa Karasu ku tev li Berxwedana Rojiya Mirinê bûbû û sax ma, ji bo wan rojan wiha dibêje: “Ez wê gotina Hayrî Dûrmuş a ‘Em bi şeş kesan bi ser ketin’ tu carî ji bîr nakim. Wekî barekî giran ji ser xwe bavêje bi kelecan û sivik bû. Got em bi 6 kesan bi ser ketin û ji xeynî serkeftinê encamên din tune ye. Bi vê gotina ‘Em bi 6 kesan bi ser ketin’ xwest bibêje ‘Me pergala zilmê hilweşand. Me ev zincîr şikand. Dê êdî ev berxwedan bi ser bikeve’. Ez wan hestê wî û kelecana wî tu caran ji bîr nakim.  Me biryara berxwedanê da. Em ê bi ser bikevin. Biryardayina berxwedanê biryara serkeftinê ye. Ez jî piştî roja 5-6an tev li çalakiyê bûm. Em nêzi 16 kesan beşdarî vê çalakiyê bûn.”

Etîket: Akîf YilmazAlî ÇîçekHayrî DûrmûşKemal PîrMazlum Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

28 ADAR 2026
Posterên pêşengên têkoşînê Qada Newrozê xemilandin

Posterên pêşengên têkoşînê Qada Newrozê xemilandin

21 ADAR 2026
Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

17 ADAR 2026
Jiyana ku veguherî agirê Newrozê: Pêşengê Çapemeniya Azad Mazlum Dogan

Jiyana ku veguherî agirê Newrozê: Pêşengê Çapemeniya Azad Mazlum Dogan

14 ADAR 2026
Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

11 ADAR 2026
Salvegera 33yemîn a şehadeta Hozan Mizgîn e: Hunermend û şervana Kurdistanê bû

Salvegera 33yemîn a şehadeta Hozan Mizgîn e: Hunermend û şervana Kurdistanê bû

10 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

    Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan ji Gemlîkê bang kir: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilat Navîn bijî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (697)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne