• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ba be baran be ez li vir im’

Lezgîn Akdenîz / AW

13 TÎRMEH 2025 - 09:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xizmên windayan Îffet Muhtaş û Qiymet Zengîn anîn ziman ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her hefte ba û bager be tên qada Koşuyolu û edaletê dixwazin. Xizmên windayan destnîşan kirin ku tevî her tiştî dîsa aştiya bi rûmet, edalet heq û hiqûqê dixwazin.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen ku di 19ê Hezîranê de kiribû, di 9ê Tîrmehê de bi raya giştî re hat parvekirin. Vê bangê li cîhanê deng veda. Li ser vê bangê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku pêşengiya wê Hevseroka KCKê Besê Hozat kir, li pêş çapemeniya cîhanê merasima çek îmhakirinê pêk anî. Li ser vê bangê û merasima çekîmhakirinê, xizmên windayan axivîn.

Xwişka Elî Tekdag Îffet Muhtaş bi gotina “Ez diherim ser rêya Farqînê û diqîrim û diqîrm. Dibêjm Elî Elî birayê min, ez we nabînim, lê hûn min dibînin. Lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîna tu kesî birije” hestê xwe anî ziman û xwest êdî hestiyê windayan bên dîtin. Xwişka Elî û Mehmet Tekdag Îffet Muhtaş anî ziman ku ew hestiyên xizmên xwe dixwazin û dixwazin goreke ku li ser fatîhayê bixwînin hebe û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Em hestiyên windayan dixwazin. Em dixwazin gorek wan hebe. Em jî wekî edeta dinyayê biçin ser gora wan fatîhayekê û yasînekê bixwînin. Wekî din em teştekî naxwazin. Em tişteki pir mezin naxwazin. Em gorên wan dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Dema em tên qada çalakiyê wekî em bên ser gora windayên xwe. Ba û baran be, cejn û rojî be em tên vir. Êdî bes e. Bila ji niha û şûnde xwîn nerije. Em tiştekî pir mezin ji wan naxwazin.”

‘Divê aqûbeta windayan ronî bikin’ 

Îffet Muhtaş anî ziman ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasima PKKê pir kêfa wê hat, lê dixwazin ku aqûbeta van windayan jî bê ronîkirin û got: “Kengî winda hatin dîtin em ê vir terk bikin. Heta winda neyên dîtin em ê vir terk nekin.”

‘Em heq û hiqûqê dixwazin’

Xwişka Fehmî Tosun Qiymet Zengîn jî anî ziman ku gerîla li pêş hemû cîhanê çek şewitandin û wiha got: “Em niha li heviya dewletê ne ku gavan bavêje. Tişta ku dikeve ser milê dewletê dê bi dirûstî bikin an na? Em aştiyek bi edalet dixwazin. Em hesabê windayan ji dewletê dipirisin û dixwazin hesab bê pirsîn. Em heq û hiqûqê dixwazin. Êdî dora Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê divê bi Kurdan re aştiyek bi rûmet çekin. Bila aştiyek bi duristî, heq û hiquqê çekin. Aştî bê jî em ê şopdarê windayan bin. Ji ber ku bi destê dewletê ev kes hatine windakirin. Biryara înfaza van însanan li meclisê hatiye dayîn. Niha ku ev mesele bê meclisê divê rastiya windayan jî bînin rojevê. Em edalet, heq, hiqûq û aştiyek bi rûmet dixwazin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

25 HEZÎRAN 2026
Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

25 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

25 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (696)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne