Baroya Rihayê û AYHEDê bi hev re Rapora Binpêkirina Mafê Jinan amade kir. Li gorî raporê li bajêr di navbera sala 2024 û 2025an de 12 jin hatin qetilkirin, tundî li 187 jinan hat kirin, tacîz li 36 jinan hat kirin û 16ê wan jî hewl dan ku xwe bikûjin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo pêşîlêgirtina tundiyê li dijî jinan divê mekanîzmayên şopandinê werin zêdekirin.
Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adîlane (AYHED) bi piştgiriya delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE) di çarçoveya projeya “Pêşxistina têkoşîna li dijî binpêkirina mafê jinan a Rihayê” de Rapora Binpêkirina Mafên Jinan amade kir. Rapor binpêkirinên di navbera 1ê Çileya 2024 û 12ê Kanûna 2025an di nava xwe dihewîne. Li gorî raporê di vê demê de 12 jin hatin qetilkirin, 187ê wan rastî tundiyê hatin, tacîz li 36ê wan hat kirin û 16ê wan jî hewl dan ku xwe bikujin. Rapor bi daneyên saziyên fermî yên derbarê jinan de xebatan dikin, daneyên rêxistinên saziyên sivîl û agahiyên li ser medyayê hatine belavkirin hate amadekirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku piraniya bûyeran ji hêla kesên ji heman malbatê ve hatine kirin. Di raporê de hat diyarkirin di navbera sala 2024 û 2025an de 12 jin hatine kuştin û 2 kuştinên biguman ên jinan pêk hatin. Dîsa di sala 2024an de 19, di sala 2025an de jî 17 bûyerên tacîzê pêk hatin. Herwiha di sala 2024an de 7 jin, di sala 2025an de jî 9 jin hewl dan ku xwe bikujin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek mirin wek xwekuştin tên qeydkirin, di gelek bûyeran de pêvajoya komkirina delîlan baş nayê şopandin, derbarê bûyeran de lêpirsînên bibandor nayên meşandin. Rapor diyar kir ku danekirin ji bo pêşîlêgirtina bûyeran têr nakin.
Rapor ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafan ev daxwaz kirin.
“*Qanûna hejmar 6284an bi awayeke bandortir, leztir were sepandin
* Lêpirsînên tundî û mirinan divê bi awayeke bandortir û hestiyariya zayenda civakî werin meşandin,
* Bûyerên mirinên biguman de ji nirxandina “xwe kuştiye/qeza” dûr were sekinîn, delîl baş werin komkirin
* Dema biryarên parastinê hatin binpêkirin danekirinên bibandor werin sepandin
* Divê kordînasyona di navbera saziyan de were xurtkirin, komkirina agahiyan, parvekirin bi awayekek zeleltir werin meşandin
* Di serî de jinên penaber û astendar divê ji bo komên xwedî astengî mekanîzmayên piştgiriyê werin zêdekirin
* Divê destûra şopandin, tevlibûna dozan û parastinê ya baroyan, saziyên sivîl ên civakî yên xebatên jinan dikin wek sazîbûn were dayîn.”













