• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Rapora Rojîn Kabaîş: Hîna guman hene

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2024 - 17:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan der barê rapora zêde ya têkildarî mirina Rojîn Kabaiş de diyar kirin ku gumanên di rapora otopsiyê de hîna nehatine çareserkirin.

Cenazeyê Rojîn Kabaiş a xwendekara Beşa Pêşdebirina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanêku di 27ê Îlonê de ji wargeha ku li dima derket û careke din agahî jê nehat girtin, ji aliyê Mehmet Emîn Ankay (60) ve di 15ê cotmehê de li Taxa Mollakasimê hat dîtin. Li gorî encamên otopsiyê sedema mirina Rojîn Kabaîşê xeniqîna di avê de hat diyarkirin. Rapora zêdekirî a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê jî derket. Di raporê de hat îdîakirin ku Kabaîş roja ku winda bûye jiyana xwe ji dest daye û ji wê rojê ve di avê de bûye.

Li ser îtîrazan rapora zêde hatiye derxistin

Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan di derbarê vê rapora zêdekirî de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de laşê Rojîn Kabaîşê çend rojan di avê de maye de ti agahî nehatin bidestxistin û gotin: “Nehate tespîtkirin ku ava ku bûye sedema xeniqandinê ava Gola Wanê ye yan na. Di derbarê rengê laşê Kabaîşê de agahiyên berfireh nehatine parvekirin û gelek tiştên biguman ên bi vî rengî derketin holê. Di dema otopsiyê de stûyê Rojîn ê ji aliyê bijişkê me yê çavdêr ve hate nirxandin. Di dosyayê de îtîraz û daxwazên me yên berfireh ên der barê nehiştina şîrove, agahî û nirxandinan û mijarên din de hene. Li ser îtîrazên me ji Saziya Tiba Edlî raporek zêde hat girtin.”

Di rapora zêdekirî de ev xal derketin pêş

Di daxuyaniyê de madeyên rapora zêdekirî hatin parvekirin û made wiha rêz kirin:
“* Profîlên DNAyê nehatin tespît kirin û ti encamek nehat bidestxistin ku ew aîdê kê ye,
* Ti delîlên tibbî yên derbarê mirina travmatîk de nehatine bidestxistin,
* Delîlên tibbî yên mirina bi jehrî nehatine dîtin,
* Li ser cenazeyê Rojîn Kabaîşê delîlek bijîşkî tune ye ku berevaniya zayendî hatiye binpêkirin,
* Hat diyarkirin ku dibe ku mirin di 27ê Îlona 2024an de ku roja windabûnê ye pêk hatibe û di vê heyamê de cenaze di avê de mabe.”

‘Em ê şopdarê dosyayê bin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxwaz û îtîrazên berfireh ên der barê hemû mijarên hiqûqî û tibbî de ku di rapora ATKê de cih negirtine û dê ronîkirina mirina Rojîn Kabaişê hêsan bike, ji aliyê wan ve bi hûrgilî pêşkêşî dosyayê hatine kirin û wiha dawî kir: “Em careke din destnîşan dikin ku em ji roja ewil ve dosyaya Rojîn Kabaîşê dişopînin û em bi rêzdarî ji çapemenî û raya giştî re radigihînin ku heta rastiya maddî ya dosyayê derkeve holê em ê bi baldarî û kedkar bixebitin.”

Etîket: Rojîn Kabaîş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

20 COTMEH 2025
Li Manîsayê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hate dayîn

Li Manîsayê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hate dayîn

18 COTMEH 2025
Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

15 COTMEH 2025
Xwendekarên Yuzuncu Yilê dewa edaletê kir

Xwendekarên Yuzuncu Yilê dewa edaletê kir

14 COTMEH 2025
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê rêzeçalakî: Bila faîl bên cezakirin

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê rêzeçalakî: Bila faîl bên cezakirin

13 COTMEH 2025
Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

27 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (394)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne