Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinen bi Komîsyona Meclisê re pêk anîn de diyar dike ku Kurdan û Tirkan bi hev re şerkiriye û piştrî serkeftinê Kurdan hatine jibîrkirin.
Rêberê Gelê Kurd di girtekên hevdîtinê yên bi Komîsyona Meclisê re pêk anî de dîroka têkiliyên Kurd û Tirkan vedibêje. Ocalan bi bîr dixe ku Siltanê Selçûqiyan Sancar paytextê Împaratoriya Medan Hemedan ji xwe re wekî paytex hilbijartiye û wiha dibêje: “Di serkeftina Siltan Sancar de Dewleta Mervaniyan û Mîrektiya Kurd a li Exlatê xwedî rolek mezin e. Tevlêbûna Kurdan a zêde di vê serkeftinê de heye.”
‘Li Milazgirê tevlibûnek zêde ya Kurdan heye’
Ocalan destnişan dike ku deriyên Anatoliyê bi Serkeftina Melazgirê ve ji Tirkan re vebûye û balê dikişîne ser vê rastiyê: “Wê demê heta peravên Firatê, nago Riha û Meletiyê tên. Kurd jî wê demê hinek nefes digirin.” Ocalan dibêje ku di werçerxên dîrokî yên piştre de jî têkiliya Tirk û Kurdan pêk hatiye û bi hev re serketin e.
Mistefa Kemal îhmalkarî kir
Di berdewama hevdîtinan de diyar dike ku di dema şerê rizgariya tirkan de jî Kurd û Tirk bi hev re tevgeriyan e û van xalan destnîşan dike: “Atatirk li Bazîdê ji serokeşîrek Kurd re wiha dibêje, ‘Ku em bi hev re şer bikin ne Kurdistan ne Tirkiye dimîne, her du jî dê winda bikin. Ji bilî vê riyek nîne’. Lê piştre di şer de serdikevin, lê rola Kurdan ji nedîti ve tê dîtin û mafên Kurdan nayê dayîn.”













