Rejîma Îranê ku di encama êrişên li hemberî gel de bi hezaran kes desteser kiriye, bi armanca tirsandina civakê û tepisandina serhildanê amadekariya înfazên komî dike.
Li Îranê serhildan di roja 16an de berdewam dike. Ligel hemû êriş û zordariyên rejîmê jî şevê din li dehan bajar û bajarokan gel dakete kolanan û heta derengiya şevê bi sloganan daxwazên xwe anîn ziman. Rejîm hindî diçe kontrola li ser civake winda dike û hewil bide bi zordarî û gefan kontrolê ava bike. Hate zanîn ku rejîmê heta niha li derdora 4 hesar kesî desteser kiriye û hewil dide bi lez înfazan pêk bîne. Li gorî pisporên ewlehiyê rejîm bi vî awayî dixwaze çavên civakê bitirsîne û şoreşê bifetisîne.

Rêxistinên mafên mirovan jî bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî zordariyên Îranê bêdeng nemîne. Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ciwanê bi navê Erfan Soltanî ku di 9ê Çile de hate girtin dê bê îdamkirin. Hate ragihandin ku rejîmê gazî malbatê kiriye ku cara dawî ji bo 10 deqeyan zarokê xwe bibîne. Malbat û parêzerên malbatê jî anî ziman ku ger dengeke xurt dernekeve rejîm dê Soltanî 14ê Çile de înfaz bike.
Weşanên nêzîk rejîmê jî nûçeyên wekî, “dê hezar kesên hatin desteserkirin bên darvekirin” diweşîne.













