Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 10 kesên birîye. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku bi hinceta tevlî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” bûne ev ceza li wan biriye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê ragihand ku dadgeha Rejîma Îranê li welatiyên bi navê Fazil Behramyan, Menuçêhr Mêhmanewaz, Mêhran Behramyan, Mîlad Armun, Elîreza Kefayî, Emîr Mihemed Xoş, Newîd Necaran, Husên Nimetî, Elî Reza û Mêhran Ebdulzad, bi awayek ne dadperwerane cezayê darvekirinê biriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her 10 kes jî tevlî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bibûn û bi hinceta “Kuştina bi qestî” û hinek ji wan jî ji bo ku sûcên xwe qebûl bikin, hatine îşkencekirin.