Li gorê amarên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di meha Adarê de 6 welatiyên Kurd di girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Di adarê de 34 welatî û çalakvanên Kurd jî hatine binçavkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di derbarê darvekirin û binçavkirina welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de amarên nû parve kir. Li gor amarên hatine belavkirin, di meha Adarê de 6 welatiyên Kurd li girtîgehên Bokan, Kirmaşan, Kirman, Bender Ebas û Kerecê hatine darvekirin. Ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve bi tomera çalakiyên siyasî cezayê darvekirinê li 2 welatiyên Kurd hat birîn. Di meha Adara îsal de 34 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên Sine, Urmiye, Îlam û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê bi sedemên siyasî ji aliyê Wezareta Îtlaetê ve hatine binçavkirin. Di nava binçavkiryan de 2 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de hene. 2 ji wan hatine girtin û çarenûsa binçavkiryên din nediyare.
Hete zanîn ku ku di meha Adarê de 7 welatiyên Kurd bi tometa ‘propaganda dijî dewletê û têkdana ewlehiya giştî’ ji aliyê Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve hatine dadgehkirin. Hêjayî gotinê ye li gor amaran, di meha Sibatê ya îsal de jî 7 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Her wiha 22 welatî û çalakvanên Kurd jî hatibûn binçavkirin.