Amed – Avahîsaz Şerefxan Aydin li ser restorekirina bircên Amedê ku bi salane hê neqediyaye anî ziman ku restorekirina bircan di bin berpirsyariya Wezareta Çandê de ye û wiha got: “Mixabin dîroka bi hezarê salan heta roja me ya îro hatibû parastin, lê mixabin di nav çend salên dawî de bi destê dewletê reseniya bircan û nasnameya Sûrê ji holê tê rakirin.”
Bircên Amedê ev çend sal in din bin navê restorekirinê de têne texrîbkirin. Dema sala 2016an qeyim tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, hemû bepirsiyarî û wezîfeyên şaredariyê ketin di bin destê Wezareta Çandê. Ji nav van peywîran yek jê jî restorekirina bircên Amedê bû. Wezareta Çandê xebata restorekirina bircan bi îhaleyan da şîrketan. Li gorî dîroka peymana ku hatiye kirin divê ev restorasyonên bircan di 24ê Îlona 2024an de xelas bûya. Lê li gelek aliyên bircan tevî ku îskele hatine danîn jî hê tu kar û xebat lê nehatiye kirin. Bi taybetî li Deriyê Mêrdînê ev du sal in li derdora bircan îskele hatine danîn û niha tu xebat lê nayê kirin, îskele li şûna xwe dinalin û sekinîne. Destûr nayê dayîn ku kes biçe ser Birca Keçikan, ji serdanê re girtî ye.
Avahîsaz Şerefxan Aydin derheqê restorekirina bircên Amedê de ji ajansa me re axivî.
‘Ji ber tevlîheviyê restroreya bircan hêj çareser nebûye’
Şerefxan Aydin da zanîn ku restorekirina bircan zelalî nayê kirin û berpirsyariya bircan jî di bin banê Wezareta Çandê de ye û got: “Bi gelemperî hemû xebatên ku li ser van bircan tên kirin, divê Wezareta Çandê li ser restorekirina van bircan bisekine. Keleh û beden di bin berpirsiyariya wezareta navborî de ye. Lê mixabin piştî sala 2016an qeyim hat ser Şaredariya Bajarê Bajarê Mezin a Amedê û li ser restorekirina bircan hinek tevlihevî çêbû. Mînak ji bo restorasyona bircan qeyim bi pereyê şaredariya berê restoreya bircan kir. Beş bi beş hinek birc wê demê hatin çêkirin. Di dawiyê de piştî ku sala 2024an şaredariya bajarê mezin ket destê gel vê carê jî berpirsyariya bircan ji destê şaredariyê hate standin. Ev tevlîhevî ez bawerim hê jî çareser nebûye û restorasyona bircan ji ber van sedeman hatiye rawestandin.”

‘Sûr yek parçe ye’
Şerefxan Aydin di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser restorasyona bircên Amedê bê ka çawa bûye cihê bazirganiyê û restorasyonek ne bi dilê gelê Amedê tê çêkirin û wiha axivî: “Çend sal berê jî her tim me li ser vê yekê nîqaş dikirin, restorasyona dihat kirin mixabin ne li gorî reseniya bircan e. Ji ber ku ev rêbaza ku dixebitandin erzantirbû, kêm perê wan diçû. Heger li gorî ya resen hatiba çêkirin zêdetir yê pere biçûya. Ji ber vê yekê mixabin restorasyoneke em bêjin ne bi dilê gel hate çêkirin. Lê piştî hişyariya Odeya Avahîsazan, saziyên eleqedar û bi daxuyaniyan, bi bertekên gel hinek çêtir hat çêkirin. Mirov dikare bibêje li gorî çend sal berê restorasyonê par û pêrar hat kirin baştirbûn. S^ru yek parçe ye, bircên nav Sûrê rûhê Sûrê ye. Ji ber ruhê Sûrê û reseniya wê, restorasyona tê kirin jî mixabin ne li gorî rastiya wê tê kirin. Hişyariyên ku tên kirin jî zedê li ber çav nayên girtin. Mixabin dîroka bi hezarê salan heya roja me hatibû parastin di nav çend salên dawî de bi destê dewletê reseniya bircan û nasnameya nav Sûrê ji holê hatiye rakirin.”
‘Divê qadên dîrokî ji civakê re bên vekirin’
Şerefhan Aydin destnîşan kir ku bircên dîrokî û çandî ji bo bazirganî û kêfê hatine pêşkêşkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi qasî em dizanin heke nakokiya berpirsiyariya bircan a di navbera şaredariyê û wezaretê de were çareserkirin jî ez wisa bawerim dê dîsa Wezareta Çandê ji bircan berpirsiyar be. Lewra mafê mulkiyetê di destê wezaretê de be divê restorasyonê jî ew bike. Rewşa Tirkiyê niha ya aborî nebaşe. Mirov di vî aliyî de nikare tiştekî bibêje lê belê pirsgirêkên bi vî rengî hene. Hinek birc wek ‘bazirganiyê’ didine kirê. ez bawerim dewlet pirr di tengasiyê de ye ku zirarê dide mîrateya mirovahiyê. Hinek bedenên bircan ceryan kişandinê û kursî avêtine ser û wek cihê bazirganiyê tên bikaranîn. Wezareta Çandê ev rê ji kêf û bazirganiyê re vekir. Divê ji bo gel deriyên bedenan vebe. Min xwest ez biçim nav bedenan bigerim û cihê ku hatiye restorekirin bibînim rê girtî ye. Mixabin Wezareta Çandê birc bi rêbaza kirêkirinê daye dikandaran. Dikandar jî ji bo bazirganiya xwe rêya gel girtine ku yên perê wan hebe bi tenê dikare biçe, lê gel nikare biçe li wan deran bigere. Divê ev qadên dîrokî ji hemû civakê re bên vekirin.”














