Belavkirina alîkariyên mirovî ji bo malbatên koçber ên li bajarê Amûdê dewam dike.
Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê pêwistiyên jiyanî ji bo piştevaniya malbatên bi darê zorê koçber bûne berdewam dike. Sazî û dezgehên alîkariyê di nezareta rayedaran de pêwistiyên bingehîn li koçberên Efrîn û Şahbayê yên ji bajarên Reqa û Tebqayê hatine bajarê Amûdê belav kir.
Malbat li gundan tên bi cihkirin
Rojane bi awayekî kolektîv xwarin tê çêkirin, li malbatên li navendên bicihbûnê yên demkî li hundir û gundewaran tên belavkirin. Endamê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Araz Emîr diyar kir ku dê dezgeh amadekirina xwarinê, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û mazotê li koçberan dewam bike, ji bo vê yekê tîm hatine çêkirin, li tevahî herêmên Cizîrê di xizmetî koçberan de ne.
Zêdetirî 500 malbatên koçber li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê di navendên demkî de dimînin. Hewldan hene ku pêdiviyên bingehîn ji bigihînin koçberan, da ku êşên wan werin sivikkirin.













