• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê ÇILEYA 2026an

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê ÇILEYA 2026an

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser û HSD: Îradeya azad serkeftinê ava dike

Navenda Nûçeyan /AW

26 ÇILE 2025 - 13:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser û HSDê bi minasebeta salvegera 10emîn a serekftina berxwedana Kobanê diyar kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike. Rêveberiyê bang li hemû hêzên nîştimanî û civata navneteweyî kir ku li dijî êrişên li ser Bendava Tişrînê û gefên li ser destkeftiyên Rojava berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

 

Îro salvegera 10emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ye. Kobanê bi berxwedaniya xwe ya li dijî çeteyên DAIŞê li tevahiya cîhanê tê nasîn. Şervanên gelê Kurd û dostên xwe roja 26ê Çileya 2015an bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin û rizgariya wê ragihandibûn. Bi minasebeta salvegera rizgakirina Kobanê gelek partî, tevger û rêxistinên Kurd daxuyanî didin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10emîn a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

ˈSerkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû’

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û hate gotin: “Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir. Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast. Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike.”

ˈMîrateya berxwedana Kobanê bi ser dikeve’

Rêveberiya Xweser bi vê boneyê cangorî û birîndarên berxwedana Kobanê bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve.

Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û ev bang kir: “Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin. Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞˈê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin.”

ˈEm ê bi ruhê berxwedana Kobanê Sûriyeyek yekgirtî ava bikin’

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: “Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne. Ruhê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe. Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin. Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin.”

HSD: Em bi ruhê Kobanê li ber xwe didin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi heman minasebetê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya HSDê bi vî rengî ye:

“Îro 26ê Çile salvegera 10emîn a serkeftina berxwedana Kobanê ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên xwe yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û hemû kesên xwebexş xwe yên ji parçeyên Kurdistanê û ji cîhanê yên ber bi kela berxwedanê Kobanê ve hatin û li hember rêxistina terorîst DAIŞê berxwedaneke qehremanî û fedekariyê nivîsandin, bi bîr tînin. ”

Serkeftina Kobanê bû destpêka têkçûneke erdnîgarî ya rêxistina terorîst a DAIŞê, ku, bi têkçûna wê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê tacîdar bû. Eger ne serkeftina Koban li dijî rêxistina terorîst bûya dê ev rêxistin heta roja îro ji bo hemû cîhanê metirsiyek berdewam mezin baya. Em dikarin bi wêrekî û zelalî bibêjin ku serketina Kobanê ne serkeftineke herêmî bû, lê serkeftineke ji bo tevahiya cîhanê bû, ji ber ku Kobanê rê vekir ku cîhan ji rêxistina terorîst a herî xirab a ku mirovahiyê nas kiriye xilas bibe.

Îro piştî deh sal ji salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, ku em û cîhana azad vê salvegera bi rûmet pîroz dikin û bibîr tînin, keleha berxwedanê Kobanê niha rastî êrişên hovane yên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Ev êriş kopiyeke dubare ya êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê ne, dibe ku nav cuda be lê armanc yeke, ew jî têkbirina vîna azad a li Kobanê û tepisandina dengê berxwedana wê ye ku cîhan pê matmayî ma”.

Helbet eger dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Kobanê bike; Bê guman em ê berxwedaneke ji ya ku me di salên 2014 û 2015an de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anîbû, xurtir bikin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi biryar e ku Kobanê û gelê wê ji hemû êrişên ku ji kîjan alî ve pêk bîn, biparêze.

Em bang li hemû gelên azad, welat, rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û rê li ber her êrişeke li dijî bajarê Kobanê bigirin.”

Etîket: HSDKobanêRêveberiya XweserRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HSDê îdiayên êrîşê derewand

HSDê îdiayên êrîşê derewand

2 ÇILE 2026
Nasnameya penaber Zozanê betal kirin: Weke ku di zindanê de me dijîm

Nasnameya penaber Zozanê betal kirin: Weke ku di zindanê de me dijîm

1 ÇILE 2026
Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

31 KANÛN 2025
Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

HSD: Hêzên me bersiva jêdera dronên xwekuj da

30 KANÛN 2025
Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

29 KANÛN 2025
Rojnameger Ceklin Brîmo: Destê dewleta Tirk di êrîşan de heye

Rojnameger Ceklin Brîmo: Destê dewleta Tirk di êrîşan de heye

26 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (27)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne