Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê derbarê êrişên ser Rojava daxuyaniyek dan û gotin: “Li şûna çeteyan bi Kurdan re li hev bikin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan, (ÎHD) Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) û Koma Hiqûqnasên Hemdemî (ÇAG) li pêşiya Edliyeya Îzmîrê derbarê êrişên ser Rojava yên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê, daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji erişên li ser Rojava re bêdeng nemînin” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Ser navê rêxistinên hiqûqî Hevserokê OHDê Ozcan Sarioglu daxuyaniyê xwend.
‘Aştiyeke hiqûqî pêkan e’
Ozcan Sarioglu destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ û çeteyên hebûna xwe dipêrêzin û wiha got: “Pergala civakî û siyasî ya ku li Rojava ava bûye; li ser bingeha wekheviya gelan, bawerî û nasnameyan, rêbazeke rêveberiya demokratîk, piralî û esas girtiye. Ev modela ku li Rojavayê derket pêş, di qada navneteweyî de wekî cihê şanazî û serbilindiyê hate qebûlkirin. Ev geşedan wek tecrûbeyeke girîng hat dîtin û diyar kir ku li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û hiqûqî pêkan e.”
‘Gavên şênber bavêjin’
Di berdewama axaftina xwe de Ozcan Sarioglu diyar kir ku êrişên li dijî Kurd, Elewî û Durziyan sûcê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Li hemberî êrîşên li ser sivîlan û binpêkirina mafan ku li ser bingeha etnîkî û dînî têne kirin, nabe mirov bêdeng bimîne. Ji bo parastina statuya hiqûqî û siyasî ya Rojava, divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî gavên şênber werin avêtin.”
‘Bi Kurdan re diyalogê pêk bînin ne bi cîhadîstan re’
Ozcan Sarioglu bang li Serokkomar û rêveberên partiyên siyasî yên di bin banê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) de cih digirin kir û ev tişt gotin: “Li şûna têkiliyên bi rêxistinên selefî û cîhadîst ên mîna HTŞê, divê bi gelê Kurd û hemû beşên civakî yên li Sûriyeyê re bikeve diyalogê û ji bo avakirina aştiyeke mayinde û rasteqîn bibe alîkar.”












