• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistinên Kerkukê: Deriyên Rojava û Sûriyeyê vekin

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 21:44
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Çalakvan, welatî û rêxistinên Kerkûkê li dijî êrîşên li ser Efrîn, Şehbayê bertekên xwe anîn ziman û û bang li aliyên peywendîdar kirin ku deriyên sînorên Rojavayê Kurdistan yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê vekin.

Li Navenda Çandî ya Kerkûkê, sazî û çalakvanên bajarê Kerkûkê, derbarê rewşa Rojava Kurdistanê û koçberkirina şêniyên Kurd yên Efrîn û Helebê daxuyanî dan. Nûnerên saziyan piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Rojava Kurdistanê anîn ziman. Parêzer Hejar Kakeyî li ser navê rêxistin û çalakvanên bajarê Kerkûkê daxuyanî da. Hejar Kakeyî bang li rayedarên Nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî yê Iraqê, Serokatiya Komara Federal a Iraqê,
Serokatiya Desteya Wezîran ya Iraq a Federal, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û xwest deriyen sinor vekin.
Hejar Kakeyî anî ziman ku wek komek rêxistin û çalakvanên civakî û welatiyên bajarê Kerkûkê vê daxwaznameyekê pêşkêşî van saziyan dikin û got: “Nerazîbûna xwe radigihînin li ser metirsiya ku li Sûriyê bi giştî û li herêmên Şehba û Tel Rifet û çend taxên bajarê Helebê yên Sûriyê de heye. Ev gef ji aliyê çend komên çekdar yên tundrew li dijî welatiyên Kurd yên sivîl tê meşandin. Nediyarbûna çarenivîsa zêdetir ji 15 hezar welatiyên Kurd ji jin û zarok û mêran pêk tê li herêmên Şehba, Tel Rifet û gundên derdorê ji aliyê van komên tundrew ve, destpêkeke metirsîdare ji bo qewimîna komkujiyeke mezin ku gelek dişibe proseya Enfal û karesata Helebceyê ya sala 1988an. Karesatek ku tê de artêşa Iraqê bi fermana dîktator Sedam Husên, jenosîda gelê Kurdistanê pêk anî. Ji ber van gefan, em daxwaz ji civaka navnetewî dikin ku di rêya hevpeymana navneteweyî ya li dijî koma terorîst ya ji hişmendiya DAIŞê pêk tê de gavên lezgîn bên avêtin.”

Hejar Kakeyî daxwazên xwe wiha rêz kir:

Yekem: Pêşîlêgirtina vê karesata mirovî û bi taybetî komkujiya welatiyên Kurd di rêya zextên lezgîn û cidî re ji aliyê wan dewlet û rêxistinan ve yên ku alîkariya wan dikin.

Duyem: Alîkariya mirovî ji bo parastina wan ji serma zivistanê û birçîbûnê.

Sêyem: Vekirina deriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê digel Sûriyeyê, Deriyê Sêmêlka û heta sînorê El-Bukemal Qaîm li Remadiyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî.

Di dawiyê de em bawer dikin ku mudaxeleya lezgîn û alîkariya bilez ya we birêzan dê ruhê paqij yê hezaran xelkên bêguneh ji gefa van koman û ji mirinê rizgar bike.

Li gel rêz û hurmetan

Koma Xak

Rêxistina Kerkûk ya Hemûyan

Encûmena Kurdî ya Kerkûkê

Koma Kerkûkê ya ji bo Pirsgirêkên Neteweyî

Rewşenbîr, çalakvan û kesayetiyên bajarê Kerkûkê.”

Etîket: Hejar KakeyîKerkukRojavaSûrî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

16 TEBAX 2025
Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

15 TEBAX 2025
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

8 TEBAX 2025
Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

8 TEBAX 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025
MÎTê  Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

MÎTê Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

2 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (261)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne