Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li gel 17 rêxistinên Îranî û cîhanê yên mafên mirovan têkildarî cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, banga demildest hilweşandina cezayê darvekirinê yê hemû girtiyên siyasî ên li Îranê kirin.
Bang û piştevaniyên li dijî cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîma Îranê ve bi ser girtiyên siyasî de hatî sepandin, berdewamin. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li gel 17 rêxistinên Îranî û cîhanê yên mafên mirovan têkildarî cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, daxuyaniyek hevbeş belavkirin.
Daxuyanî wihaye:
“Bi navê jiyanê, bi navê mirovahiyê, bi navê bedewiyê’. Ev gotin destpêka nameya girtiyê siyasî û yek ji hezaran têkoşerên jin ên Kurd Warîşa Moradî ye ji girtîgeha E vînê. Ev gotinên ku carek din dengê jinên Îran û Kurdistanê yên leheng û berxwedêr yên giyanê xwe li dijî pergala mêtingeriyê dikin mertal, tîne bîra me. Ev gotin dengê wan û bersiva banga wane.
Piştî destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê ji bo derbaskirina atmosfera tirsê dîsa pêleke nû ya darvekirinê da destpêkiriye. Vê carê jî zext û zordariya li ser jin û gelê Kurd, du baskên girîng ên têkoşîn û berxwedanê, ketiye navenda vê pergala mêtinger. Di vê qonaxa nû de jinên wêrek ên weke Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi tometên nerast û derew bi cezayên darvekirinê hatin cezakirin.
Îro du jinên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku bi salan li dijî zilma sîstematîk a Komara Îslamî têkoşiyane, di bin metirsiya îdamkirinê dene. Em weke rêxistinên mafên mirovan, civaka Îranê û hemû azadîxwazan bi bîr tînin ku di têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariyeke ku jinê tenê weke amûrek ferzkirina desthilatdariya baviksalarî dixwaze û hemû jinên ku serî li ber vê desthilatdariyê nadeynin weke xeteriyeke mezin dibînin, rawestandina van darvekirinan pir girînge.
Em tekez jî li ser wê yekê dikin ku Îran tu carî nikare bi afirandina mexdûran di nava civaka têkoşer a Îran û Kurdistanê de krîzên siyasî li derve çareser bike û hevsengiyê bike. Weke ku Werîşe Muradî di nameyekê de ji girtîgeha jinan a Evînê nivîsandiye, behsa rewşa Rojhilata Navîn û rewşa navxweyî ya Îranê dike û dibêje; ‘Agirê şer hemû Rojhilata Navîn girtiye û divê em nehêlin ku komkujiyên salên 1960’î li gel şerê ser sînor dubare bibin.’
Ev hevok hişyariyeke dîrokî ye li ser girêdana qeyranên navçeyî, her wiha tepeseriya navxweyî û aliyên aloz û trajîk ên rewşa niha ya Îranê rave dike. Li cihê ku ji bo domandina desthilatdariyê û berdewamkirina otorîterîzma rejîma Îranê, zextên navxweyî û polîtîkayên şerkerî hevdem tê meşandin.
Di doza Werişa Muradî û Pexşan Ezîzî de jî wek piraniya girtiyên siyasî, mafê dadgehkirina adil gelek caran hatiye binpêkirin. Ev jinên têkoşer ne tenê ji mafê parêzeriyê bêpar man, di heman demê de ji bo îtirafên bi darê zorê rastî zextên giran û êşkenceyên nemirovane hatin. Em wek rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe ya li hember vê meyla dijmirovî radigihînin û ji bo edaletê ji bo van her du jinan çi ji destê me tê em dikin.
Îro dengê Werîşe û Pexşan ne tenê li Kurdistan û Îranê ye. Ev her du jin sembolên berxwedan û têkoşîna dîrokî ya jinê ne, jinên ku tevî hemû gef û xeteriyan serî natewînin û ji bo mafê jiyan û azadiyê têdikoşin. Banga wan ji raya giştî ya cîhanê re banga hevgirtinê ye ji bo hemû jinên ku di bin sîwana zext û cudakariyê de ne.
Em wek rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên gel daxwaz dikin ku cezayê darvekirina Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û hemû girtiyên siyasî demildest bên rakirin. Van jinan bi îrade û wêrekiya xwe, demsala nû di têkoşîna azadî û wekheviyê de vekirine û bê guman ev darvekirin dê encamên giran li ser rejîma Komara Îslamî bi xwe re bîne. Her dilopek xwîna van jinan dê bibe birîneke ne jibîrkirî li ser bedena zordar a rejîmê û motîvasyoneke nû ji bo civaka têkoşer a Îranê.
Di vê zindana hov û nemirovane de, pîvana me ya mirovatî zêdetir şîn dibe û di ezmûna desthilatdarî û nemirovane de, jinbûn serbilindî û serkeftine.
Em cezayê darvekirinê yê li ser her du girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî şermezar dikin û daxwaza demildest hilweşandina cezayê darvekirinê yên bi ser hemû girtiyên siyasî yên li Îranê de hatî sepandin dikin. Ji ber ku her du jin sembolên berxwedan û têkoşîna dîrokî ya jinanin.”
Navên Rêxistinan:
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Pêşxistina Perwerdeya Navdewletî, Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan, Encûmena Pena Amerîkî, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Ehwazê, Piştevaniya li Dijî Bidarvekirinê, Kampanya Çalakvanên Belûc, Resanak, Navenda Abdurrahman Broomand ji bo Mafên Mirov li Îranê, Mafên Mirov ji bo Hemûyan li Îranê, Navenda Siyamek Purzend, Koma Mafên Mirovan a Belûcistanê, Mafên Mirovan a Îranê, Mehrengîz Kar, Saziya Mafên Mirovan a Gelê Azerbaycanê li Îranê, Rêxistina Yekgirtin ji bo Îranê, Atlasa Girtîgehên Îranê.