Wesayîta Rîngê ya ku li Tarsûsê girtiyan vediguhest qelibî û 12 kes birîndar bûn.
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê wesayîta rîngê ya girtiyan vediguhest qelibî û tevî girtî û cendirmeyên di wesayîtê de 12 kes birîndar bûn. Li gel agahîdayînê gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bûne bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê hatin kirin.
Hat zanîn ku wesayîta Rîngê, girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîra Konyayê ber bi Kampusa Girtîgeha Tarsûsê ve dibirin.