Rêveberên saziyên li Amedê ser êrişên destkeftiyên Kurdên li Rojava axivîn û gotin: “Roj roja xwedîderketina berxwedana jinên Rojava ye û xwedîderketina berxwedana gelê Rojava ye.”
Êrişên çeteyên girêdayî HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê didomin. Li seranserê Kurdistan û cîhanê li dîjî van êrişan çalakî û daxuyaniyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk têkildarî êrişan ji ajansa me re axivîn.

Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yılmaz diyar kir ku zêdetirî salekê ye Rejîma Baasê hilweşiya û li Suriyeyê hûkûmeta demkî ya Şamê hat avakirin û wiha got: “Niha ji 10 rojan zêdetir e li Şexmaqsud û Eşrefîyê şer dest pê kir. Li aliyê rojava şereke mezin dest pê kir û didome. Banga me ev e ku hemû dewleten cihanê li nava vî şerê ji aliyê mafe mirovan ve nêz bibin û hovîtiya HTŞê bidin sekînandin. Berî çend salan li Rojava Kurd mirovahiyê li parastin. Lewma em jî dixwazin îro jî Kurd bên parastin.”

‘Çima jinên Kurdan hedef digirin?’
Seroka Komeleya Jinan Rosayê Zeynep Sîpçîk destnîşan kir ku gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd di encama êrişên feraseta DAIŞê û HTŞ tên qetilkirin û got: “Di van çend rojan de li Rojava sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên pêkanîn. Ev êrîş bi taybetî li ser gelê Kurd û jinên Kurd tên meşandin. Çima taybetî jinên Kurd û gelê Kurd tên hedefgirtin? Ji ber ku bi panzdeh salan in jinên li Rojava û gelê Rojava li dijî feraseta DAIŞê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê jî li ser wan qetlîam tên pêkanîn. Lê hember van qetlîaman jî berxwedaneke wêrek hate nîşandan û carek din jinên Kurd li wê derê seknekê dan nîşandan.”
‘Li ku derê bin derkevin derve’
Di berdewama axaftina xwe de Zeynep Sîpcîkê bi bîr xist ku DAIS tola donzdeh-sezdeh salên berê dixwaze bistîne û ev tişt gotin: “Li ser wê êsasê taybetî jî jin tên hedefgirtin û tenê bi wan re jî sînordar nabê. Bi pê re hemû gel jî tên hedefgirtin. Em bang dikin ku xwedî li jinên Rojava, xwedî li gelê Rojava derkevin. Sûcên mirovahiye, sûcên şer ên mezin tên jiyandin li wê derê. En ku li hember çanda baviksalarî jî disekinin jî jin in, gelê Rojavayê ye. Îro roj roja xwedîderketina berxedana jinên Rojava û xwedîderketina berxedana gelê Rojavayê ye. Em bang dikin hemû cîhanê, taybetî jî hemû jinên cîhanê, bila xwedî li tekoşîn û berxwedana jinan derbikevin. Taybetî jî ji bo ku peşî li qêtlîaman were girtin bila li cem jinan bisekinin. Li ku derê bin, derkevin kuçeyan, kolanan, denge xwe bilind bikin.”

‘Em ê xwedî li Rojava derkevin’
Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Seyfettîn Tora destnîşan kir ku êrişên ser Rojava ne îro ji berê ve destpêkirine û got: “Di sala 1999an de komploya navteweyî ya ser Serok hatiye destpêkirin, û îro jî li ser Kurdan tê domandin. Çawa ku bi girtina Serok xwestin roja me reş bikin, îro jî li Rojavayê dizwazin Kurd heman awayî wek hestiyarî bikevin tengasiyê û tune bin. Lê belê vê yekê baş zanibin ku 50 sali in têkoşînek tê dayîn. 27 sal in li zîndanan berxwedanek tê domandin. Em ê niha jî li ber xwe bidin. Em li ku derê jî bin em ê ji çar aliyê Kurdistanê li ber xwe bidin û em ê alîkariya Rojavayê bikin.”

‘Pêwîst e şer demildest raweste’
Endama Komîsyona Mafe Mirovan a Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Elîf Turanê da zanîn ku şer tenduristiyê, xwezayê û nirxên bingehîn ên mirovahiyê têk dibe û wiha got: “Ji 6ê Çileyê vir ve erîşên dijwar li Helebê dest pê kirin û niha jî li Rojava êriş didomin. Em wekî TTBê her tim bangavazî dikin ku şer tenê ne ser jiyana mirovan li ser tevahiya zindiyan, li ser nebatan û xwezayê bandorek neyînî ava dike. Lewma em dibêjin şer pirsgirekeke tendiristiya gel e. Ev yek wek zanistî wek hêst û raman jî wîsa ye. Li nexwaşxeneyekê teqînek çêbibû, erê kes nemire lê nexwaşxane zirar dibîne. Di şer de binpêkirina mafên mirovan zêde dibin û mirov jiyana xwe dest didin.”
‘Şer nirxên mirovahiyê ji holê radike’
Di dawiya axaftina xwe de Elîf Turanê bal kişand ser bûyera bedena şervana jin a ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû û bînayekê de hatibû avêtin û wiha derbarî: “Ev kirin di çi ol û baveriyê de tune ye. Yekê jîyana xwe ji dest dabe, mirov rêzê jê re digire. Lê niha em lê dinihêrin di şer de mixabin ev nirx jî ji holê tê rakirin. Em hêvî dikin ku şer raweste, gelê li wê derê jiyana xwe di aramiyê de, di nav aştiyê de bidomîne û demildest ev şer bisekine.”














