Jinan li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.
Li navçeya Salihlî ya Manîsayê jinên ku li taxa Gaddar Okan (Tîntîn) civiyan bi minasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin. Jinên ku dar çandin bi armanca xwedîderketina vê rojê daran bi xwezayê re kirin yek.
Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de jinan bal kişand ser girîngiya vê rojê û dan zanîn ku xwedî derketina vê rojê tê wateya yekîtiyê. Piştî dar hatin çandin jinan bi govendan pîrozbahiyê berdewam kirin.
Piştî kêliyên bi coş û rengîn jinan 4ê Nîsanê pîroz kir û peyamên piştgirî û yekîtiya hevpar dan.













