Li Amedê 7emîn Rojên Ma Muzîke di roja seyemînde zarokan stranên gotin.
Li Amedê 7emîn Rojên Ma Muzîkê yê ku diyarî Nesrîn Şêrwan hate kirin di roja seyemîn de bi coş berdewam kir. Roja seyemîn bi diwana Zorakên Ma Muzîkê berdewam kir. Zarok bi cil û bergên kurdî tev li şevê bûn. Zarokan stranên kurdî gotin û mêvanên tev li şevê bûn govend gerandin û bi zarokan re stran gotin.
Li vir Koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar axivî û got ku ew ê zarokên kurd bê stran nahêlin. Şêrko Kanîwar xwest ku her kes sibe tev li xebata Koroya Ma Muzîkê bibe.
Şev bi gerandina govendê dawî bû.