* Parlamenterê HDPê yê berê Îmam Taşçier ku di operasyona 4ê Mijdara 2016an de hat binçavkirin, diyar kir ku operasyona 4ê Mijdarê li dijî serkeftina HDPê ya hilbijartinê bû û got: “Ji bo pêşiya çareseriyekî demokratîk parlamenter binçav kirin û girtin.”
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoya Stenbolê bibe. (10.00)
* DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê dicivin” li Odeya Endizyarên Makîneyê ya Enqereyê li dar bixin. (10.30-16.00)











