* Di ser erdheja 6ê Sibata 2023yan re 2 sal borîn. Li gel hikûmeta AKPê û Serokmomar Tayip Erdogan soz dabû mexdûrên erdhejê ku xaniyan ava bike ji, hîna zêdetirî 200 hezar mirov di çadir û konteyniran de dijîn. Hîna ji bo mextûrên erdhejê xanî nehatine avakirin û di şertê herî xerab de dijîn.
* Serokê Baroya Amedê yê berê Prz Nahît Eren li ser pêvajoyê axivî û got: “Ji bo pêvajoyeke çareseriyê pêş bikeve, divê gava girîng û yekemin li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bên avêtin û gavên zagonî bêne avêtin”
* Nobeta parastina Bendava Tişrinê ya li dijî êrîşên li ser bendavê hatiye destpêkirin, di roja 27an de li ser Bendava Tişrîne berdewam dike.
* Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, dê beşdarî civîna “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” ku li salona konferansê ya DEM Partiyê ya Sêrtê pêk bê bibe. (14.30)
* Civînên “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadî” ku di pêşengiya DEM Partî û DBPê de pêk tên, dê li gelek navendan bi tevlêbûna gel bêne lidarxistin.