• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gava ku gerîla avêtiye gava wekheviyê ye’

Amed /AW

11 TÎRMEH 2025 - 15:28
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê îro li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Ev kêlî li Amedê jî hate temaşekirin. Rêvebera DBPa Amedê Muşeher Ulker wiha got: “Gava ku gerîla avêtiye gava wekhevî û xwişk û biratiyê ye. Ji dewleta Tirk re bang dikim ku demildest gavan biavêje û vê xwînê bide sekinandin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke nû ya dîrokî kir. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li herêm û cîhanê bi milyonan kesan bi mereqeke mezin merasîm temaşekirin. Yek ji van cihan jî avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê bû. Endam û rêveberên DBPê di nav de gelek kesan li avahiya DBPê ev kêlî temaşekirin. Di dema temaşekirinê de kesên bi rêya televizyonê dîmen temaşe kirin lîlandin û li çepikan dan. Her wiha welatiyan di van kêliyan de dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. Di dema temaşekirina dîmenan de hate dîtin ku dayik hestiyar bûn.

Rêvebera DBPa Amedê Muşeher Ulker a li avahiya partiya xwe dîmen temaşe kirin, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma çek şewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê nirxand.

‘Divê dewlet demildest gavan biavêje’

Muşeher Ulker bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro rojeke pir girîng e. Tevî Serok Apo û PKKê evqas gav hatine avêtin jî dewleta Tirk hêj tu gav neavêtine. Dewleta Tirk xwe bi ker û laliyê daniye. Ji ber vê yekê fikarên me hene. Bila gaveke mayînde biavêje. Her tişt xistine stuyê Serok Apo. Topa ku Serok Apo avêt nava wan topa aştî, wekheviyê ye. Serok Apo dibêje bila dayikên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez êdî negirîn. Bila ji niha û şunde ev xwîn were sekinandin. Bila her gerilayek were dayikên xwe hembêz bike, xwîn bi xwînê nayê şûştin. 30 hevalên me hatin çekên xwe şewitandin. Gava ku gerîla avêtiye gava wekhevî û xwişk û biratiyê ye. Dewlet dawiya dawî neçare li pey gotina Serok bimeşe. Di vê pêvajoyê de çi kar û xebat bikeve li ser milê me em amade ne. Em ê li pey rêça zarokên xwe bin. Ji dewleta Tirk re bang dikim ku demildest gavan biavêje û vê xwînê bide sekinandin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

25 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

25 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

25 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (695)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne