* Şagirt û hevalê Huseyîn Aykol rojnameger Serdar Altan diyar kir ku oxirkirina koça dawî ya mamosteyê Çapemeniya Azad ne xatir xwestinek bû û got: “Bi nirxên ava kirinê dê bi me re bijî. Ji bo wê jî em nikarin bejin em xatir jê dixwazin.”
* Parlamenterê berê yê DEPê Nîzamettîn Togûç diyar ku dewleta Tirk di pêvajoyê de ne samîmiye û got: “Dewletê hê jî ji bo çareseriyeke mayînde gavên şênber neavêtiye. Em hêvîdarin ku dê şert û mercên aştiyê pêk bên.”
*Şîna ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol dê di roja 3yelîn de li şaxa ÎHDê ya Enqereyê bidome.
*Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, dê Serokê Giştî yê HADEPê Murat Bozlak di 11emîn salvegera wefata wî de li goristana Gundê Aktaş a navçeya Şereflikoçhisar a Enqereyê bê bîranîn. (12.00)
*Dayîka Aştiyê Hediye Dûman ku jiyana xwe ji dest dabû dê di nava rojê de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bê definkirin.













