* Li Vartinîsê di sala 1993yan de du car leşker bi ser gund de digirin û zilmê li gundiyan dikin. Di operasyona ewilî de mala malbata Ogut ku dayik, bav û 7 zarokên wan di mal de bûn, hat şewitandin û di operasyona duyemîn de jî gundiyê bi navê Huseyîn Ûgûrlû di binçavan de tê windakirin.
* Meşa TJAyê ya bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dest pê kir dê di roja pençemîn de ji Edeneyê ber bi Enqereyê ve bidome. (14.00-20.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari dê li navçeya Samandag a Hatayê beşdarî mîtînga “Em axa xwe diparêzin” bibe. (15
* Hunermend Beser Şahîn dê beşdarî konsera Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê bibe. (19.30)
* Şaredariya Erxanî dê di çarçoveya Mihrîcana Hîlarê de Çiyayê Meqamê ziyaret bikin. (10.00-19.00)