*Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hikumeta Şamê xala hevpeymana 10ê Adarê ku welatiyên Efrînê bi ewle vegerin warê xwe, pêk neaniye û got “Li dijî vê yekê komên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê zilmê li welatiyên Kurd dikin.”
* Zimannas û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul destnîşan kir ku divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin û wiha got: “Li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Loma divê Kurd ji bo zimanê xwe û çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin.”
*Li Tirkiyeyê 35 ziman hene. Lê tenê bi Tirkî li dibistanan perwerdehî tê dayîn. Di serdema hîndekarî û perwerdehiya 2025-2026an de 34 ziman dê dîsa di bin siya zimanê tirkî de bên fetisandin.
*MEBYADER û TUAY-DER dê bi tevlêbûna Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û Mazlûm Dînç li Çand Amedê panelekê li dar bixin. (11.00)