* Xalê Ehmed, 30 salan e ku kameraya xwe wekî çekekê hildaye, bajar bi bajar, gund bi gund û zozan bi zozan digere, çanda kevnar a Kurdan qeyd dike û parve dike.
* Di ser dagirkirina HTŞê ya Şamê re salek derbas bû. Di salekê de li herêmên ku di bin kontrola HTŞê de ne zêdetirî 8 hezar û 500 mirov hatin kuştin. Rojnameger Hesen Remo anî ziman ku li herêmên ku di bin kontrola HTŞê de ne av û ceyran tune ne û gendelî pir zêde ne.
* Orhan Sakçî yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû li ser girîngiya wêjeyê nirxandin kir û got: “Bi gotinê têkiliya mirovan bi hev re tê avakirin. Bi gotinê mirov heqîqetê dibîne, xwe nasdike. Lê mixabin di nav demê de, di Kurdan de gotin hinekî xelet hatiye avakirin. Dagirkeran li ser gotinê xwe serwer kirine.”
* Endama Platforma Muzîkê ya Bajêr Neslîhan Edîşê ji bo Festîvala Muzîkê ku dê 10 û 14ê kanûnê de bê lidarxistin, wiha bang li welatiyan kir: “Em bi şîara ‘muzîk azad dike, aştî mezin dibe’ vê festîvalê li dar dixin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li festîvala me bibin.”
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê bi nîşandana fîlman û pêşengeha “Ji Rê” berdewam bike. (13.00-20.00)













