* Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan tekildarî hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina dawî de diyar kiriye ku êdî ew di serdemeke nû de ne û divê siyaseta demokratîk di pratîkê de xurt be, dewlet jî ji aliyê qanûnî ve gavên pratîk baveje.
* Endamên Komîteya Amadekar a Newroza 2026an a Amedê Ahmet Dogan û Demet Ceylan destnîşan kirin ku divê Gelê Kurd bi cilê xwe yên herêmî ji bo yekîtî û azadiyê wek lehiyê biherikin qadên Newrozê û gotin: “Gurza di destê me de, civaka demokratîk e. Ger em li derdora vê felsefeyê bibin yek, em ê bi serkevin.”
* Zanyarê Siyasî Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayînde pêk bê, çi tişta ku ketibe li ser milê wî kiriye û anî ziman ku divê êdî dewlet jî gavên şênber biavêje û ji bo çareseriya xwe zelal bike.
* Bi nêzikbûna Cejna Newrozê re, li dikan û dirûnkaran ji bo cilên Kurdî liv û tevgereke mezin heye. Dikandar û dirûnkarên cil û bergên Kurdî difiroşin û didûrin anî ziman ku ji bo cilan eleqeyeke zêde heye û xwestin gelê Kurd bi cilên xwe yên Kurdî tev li Newrozê bibin.
* Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de biaxive. (12.45)













