* Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBPê Elîf Tîrenç Îpek têkildarî êrişên li dijî Taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê destnîşan kir ku gelê Kurd bi avakirina yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire û got: “Heke em nebin yek û weke gel bi hev re ji van êrişan re nebin bersiv dê gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bimîne.”
* Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen tekildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku divê Tirkiye krîzan kûr neke û bi helwesta çareseriyê rabe û got: “Heke şer belavî tevahî Sûiryeyê bibe dê herî zêde Tirkiye zerarê bibînê.”
* Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û pêkhateyên xwe dê bi minasebeta 10ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li Navenda Gastronomî ya DTSOyê bi rojnamegeran re bicive. (10:00)
* Pêkhateyên Mitînga Jinan, dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê li qada Tandogan a Enqereyê mîtînga jinan li dar bixin. (11.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 883yemîn de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolûyê berdewam bike. (12:00)
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2025an dê bi minasebeta 10ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li avahiya xwe eşkere bike. (15:00)
* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê bên şopandin.











