* Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan piştî 5 salan ji malbatên Abdullah Yîgît û Agît Acar ên ku di sala 2021an de jiyana xwe ji dest dabûn, daxwaza tazmînatê kir. Hat zanîn ku dozê di 3yê Adarê de dest pê kiriye û dadgehê ji ber ku malbat tev li danaşînê nebûne, gefa girtinê li malbatan xwariye.
* Li Amedê bi hatina biharê re kereng, gulik, xerdel û pung li ser dezgehan cihê xwe girtin.
* OHD, ÎHD, ÇHD û Ege TUHAY-DER dê li dijî miameleyên derqanûnî ên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan pêk tên li ber girtîgehê daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê. (11:00)
* Komîteya Xelatê ya Metîn Goktepe li avahiya Rojnameya Agosê ya Şîşliyê dê merasîma 29emîn a Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe li dar bixe. (16:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, dê têkildarî girtîgehên mîna bîr û çalan li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê daxuyanî bide çapemeniyê. (17:30)
* Şaredariya Rêya Armûşê, dê bi sernavê “Her nexşek çîrokek e” bernameya çîrokan li dar bixe. (18:00)












