* Rojnameger Merwan Ozdemîr û Alî Ammar peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Me bi vê peyamê dît ku ruhê berxwedanê zindî ye. Ev bang wê rêya me ronî bike.”
* Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî diyar kir ku dema çekan xelas bûye û dê siyaset dê pêş bikevê. Abdulkadîr Guleç xwest êdî dewlet li gorî vê gav biavêje û komîsyonê ava bike.
* Hevşeredarê Pasûre Murat Îpek têkildarî talankirina Zozanên Hesendînê diyar kir ku şîrketên madenê li dijî qanûnan lêgerîna madanê dikin û xwezayê talan dikin.
* Halîl û Emîne Oget ên hevjînên hev li gel temenê xwe yê mezin jî bi çandiniyê debara mala xwe dikin û ji ber ku sebzeyên wan erzan tên firotin bi gazinc in.
* Heyetek ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo merasîma çekdanînê ya komek gerîlayên PKKê bişopîne dê ji Amedê ber bi başûrê Kurdistanê ve bi rê bikeve. (11.30)