* Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan diyar kiriye ku pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û divê gav bi beramberî hev yanî bi hev re bên avetin.
* Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Razaman Dengîz têkildarî beşdariya wan li komîsyonê diyar kir ku wan ji komîsyonê re daxwazên xwe û malbatên ku zarokên wan jiyana xwe dest dane anîne ziman û wan ji komîsyonê xwestiye ku komîsyon biçe Îmraliyê.
* Rojnameger Serdar Altan bal kişand ser ser zimanê medyaya Tirk ê êrişkar û got: “Armanca medyaya Tirk ew e ku pêvajo têk biçe û gelê Kurd zirarê bibîne.”
* Îsal Komîteya Nobelê ya Norveçê ji ber têkoşîna xwe ya bibiyar a li dijî Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolás Maduro, Xelata Nobelê da serkirdeya muxalefeta Venezuellayê Maria Corina Machadoyê. Wê jî xelata xwe diyarî baronê şer Serokê DYAyê Donald Trump kir.
* Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê li Mêrdînê Konferansa Bawerî û Gelan li dar bixe. (10.00)
* Tora Mafên Zarokan a Amedê dê bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokên keç li pêşiya Sumer Parkê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê dê li ber Birca Ben û Senê deklarasyonekê eşkere bike. (11.00)
* Nivîskar Mehmed Uzun dê li ser gora xwe ya li Deriyê Mêrdînê were bibîranîn û paşê jî ji bo kesayet û wêjeya wî li ÇandAmedê panel bê lidarxistin û şanoya “Sirgûn” bê nîşandan. (11.00-18.30)
* Mihrîcana Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve tê organîzekirin dê îro dest pê bike û 4 rojan bidome. (17.00)
* KURDÎGEH Û ARSÎSA, dê ji bo statu û daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Wanê meşekê li dar bixin. (17.00)