* Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk anî ziman ku qirkirina xwezayê bandorê li ser avhewayê dike û got: “Heke pêşiya qirkirina xwezayê neyê girtin di demekê nêz de pirsgirêka avê ya vexwarinê dê derkeve holê. Dema krîza avê derket holê jiyan jî nabe.”
* Girtiyê 32 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn Metîn Ûyar ji bo ajansa me nameyek şand û behsa feraseta revîzyonîst kir. Metîn Ûyar bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ev bang bi awayekî serkeftî bikeve meriyetê.
* Şaredariya Îdirê û Şaredariya Xalfeliyê bi hevkariya YEWKURDê dê di navbera 12-15ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Jiyan bi xwendinê xweş e” li bajaroka Xalfeliyê ya Îdirê 1emîn Rojên Pirtûkan ên Îdir-Xalfeliyê li dar bixin.
* Akademiya Ma Musîcê dê sibê 7emîn “Rojên Ma Musicê” li dar bixe. Koordînatorê Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar da zanîn ku dê Rojên Ma Musicê ji bo bîranîna Nesrîn Şêrwan li dar bixin û banga tevlibûnê kir.
* Li Edenê karkerên li bexçeyan dixebitin, di nav gelek zor û zahmetiyan de kar dikin. Karkeran diyar kir ku di bin germahiya 40 û 50 pîle de kar dikin û xwestin şert û mercên wan bên sererastkirin.
Kirmanckî
Davut Ulucan bi xo seyîd o û ocaxê Kurêşizan ra yo û girêdayeyê Jîyara Qizilbelî yo. Wexto ke dewlete 1994î de dewan kena tal û veşnena o wext dewa Davut Ulucanî zî kena tal. Rojêk eskerî yênê vanê “Bar kerê şêrê.” Ê zî bêçare bar kenê şonê Erzingan, dewa Mollakoye de nanê ro.