* Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî pêk were pêşengtiyê dikin û wiha got: “Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin, nikarin li cîhanê bibin xwedî hêz.”
* Karkerên demsalî ku di bin germahiya 45 pileyan de ji saet pêncê sibehê heta saet heyştê êvarê di bin tava germ de heta dawiya demsalê firingîyan hişk dikin û bi nanozikoyî dixebitin.
* Sînameger Lîsa Çalan a ku di teqîna mitînga HDPê ya 5ê Hezîrana 2015an de ji her du lingên xwe bû destnîşan kir ku divê ev komîsyon qewimandinên deh salên dawî çareser bike û xwest komîsyon biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
* Şaxa ÎHDê ya Amedê rapora binpêkirinên mafan a bajarên herêmê ya 6 mehan dê li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)
* TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Amed, Wanê û Şirnexê ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan dê bi dirûşmeya “Jinên tên kuştin sedema raperîna me ne, rêxistinbûn xweparastina me ye” meşan li dar bixin. (13.00-18.00)