* Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, Tevgera Azadiyê bandorê li ser wî dike û dikeve nava xebatên tevgerê. Muslim tevahiya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê xebitî, bi rolek mezin rabû û ew yek ji pêşengê Şoreşa Rojava bû.
* Rejîma Îranê bi kevneşopiya dewletbûna 2500 salan xwe bi zext, zor, înkar, lîstik û komkujiyan anî heta roja me. Amerîka û Îsraîl rejîmê di pêvajoya ku gel rabûne ser pêyan de dixwazin li gorî berjewendiyên xwe biguherînin. Rejîm an dê bi demokrasiyê dewletê biparêze an jî dewlet dê bi mudaxileyên leşkerî û şerê navxweyî hilweşe.
* Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku heta qanûn neyên çêkirin desthilat ji aliyê rakirina qeyiman ve tu gavan navêje û got: “Di meha Nîsanê de wisa xuya dike ku hinek qanûn wê bên çêkirin. Yek jî ji wan jî meseleya qeyiman e.”
* Welatiyên Ebexê diyar kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola hebûn, azadî û serhildanê ye û gotin: “Bila Newroza îsal bibe mizgîniya azadiya girtiyên siyasî û wesîleya avakirina aştiyeke mayînde.”
* Dê li navçeyên Serav û Qelqeliyê yên Wanê Newroz bê pîrozkirin. (11:00)
* PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, YEW-KURD, MED-DER, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Ma Music û Wêjegeh dê ji bo wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd şînê deynin. (10:00-17:00)
* Şaxa SESê ya Amedê dê têkildarî pirsgirêkên li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê diqewimin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* Dê bi pêşengiya MEBYA-DER û Însiyatîfa ji Miriyan re Rêz li Qada Bajêr a Wanê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. (13:00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê derbarê geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (13:30)
* Li Gundê Keloşkê yê li herêma Qerecdax a girêdayî navçeya Rezana Amedê Newroz dê bê pîrozkirin. (20.00)













