* Li Êlihê welatiyên ku tev li mitînga “Civaka Demokratîk û Aştiyê” bûn diyar kirin ku ew jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn û gotin: “Em ji bo aştiya civakê û azadiya Rêberê xwe hatin mitîngê.”
* Hevserokê YEW-KURDê Hakki Boltan bal kişand ser girîngiya Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn û got: “Armanca me ew e ku nivîsakarên xwe yên Kurd bi raya giştî ya Kurd û Kurdistanê re bidin nasîn.”
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.30)
* Atolyeya Hunera Sehneyê ya Dîcleyê (DÎSSA) dê bi lîstika “Şvayk û Hîtler” li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê derkeve pêşberî xwendekaran. (15.00)