* Di pêşengiya TJAyê de, di 19ê Nisanê de li Gemlîkê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê meşek bê lidarxistin. Endamên MEBYA-DERê Makbûle Açikgoz û Guler Sevîktek ji bo meşa Gemlîkê ev bang kirin: “Divê jin li Serokê xwe xwedî derkevin. Heta Serokatî azad nebe, em azad nabin. Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî.”
* Çarşema Serê Nîsanê yek ji cejnên herî kevnar û bingehîn ên civaka Êzidî ye. Çarşema Serê Nîsanê, roja serkeftina mutleq a hêza qencî, evîn, bedewî û jiyana hevpar; roja têkçûna tarîtiyê, xirabiyê û şer e. Ji ber vê yekê tê wateya jiyana civakî, hevpar û aştiyane, xwedî girîngiyeke taybet e.
* Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî ya nû hatiye peywirdarkirin, anî ziman ku ji aliyê rêveberiyê ve yekem saziya ku tevlî entegrasyonê bûye saziya şaredariyê ye û destnîşan kir ku ew ê ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê Kobanê projeyên xebatê deynin li pêşiya xwe.
* Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê parêzer Ciwan Îso anî ziman ku di demekê nêz de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe û got: “Şandeyeke ji Şamê ji bo vegera koçberan çûyê Serêkaniyê û hevdîtin kirine. Dema vegerê ne zelal e lê ne bawerim dirêj jî bajo. Di demekê nêz de dê koçber vegerin.”
* Endama Platforma Şiyar Be ya ku li dijî hişbirê têdikoşe, Emîne Kaya diyar kir ku bikaranîna madeyên hişbirê zêde bûye û wiha got: “Çareserî bi tenê di destê me de nîn e, divê em bi gelê xwe re tevbigerin. Em dikarin pêşiya vê xetereyê bigirin.”
* Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet li dijî êrîşên li ser malbata Kabaîş û rewşa dawî ya dosyayê dê li avahiya ÎHDê ya li Beyogluyê daxuyanî bide (14:00)











