* Nafiye Kuçuk ku di qedexeyên derketina derve de du zarokên wê hatine kuştin û berê jî 3 birayên wê hatine kuştin diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Dilê me şewitî êdî bila dilê tu dayikan neşewite. Bila dewlet jî êrişan rawestîne û aştiyê pêk bîne.”
* Rojnameger Îkram Balekanî ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê nirxand, wiha got: “Ev rastiyeke ber bi çav e ku kîjan dagirker darbeyê bixwe, wê bandoreke erênî li Kurdistanê bike. Herî kêm di warê dîplomasiyê de wê destê Kurdan xurt bike.”
* Zimanzan Zana Farqînî destnîşan kir ku gere dewlet dev ji polîtîkayên red, înkar û asîmilasyonê berde, rastiya civakê qebûl bike û got: “Ziman hilberîner, hilgir û vegûhêzerê çandê ye. Bi rêya çandê aîdîyetek, nasnameyek çêdibe.”
* Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Ahmet Şîray têkildarî pêvajo û mafê hêviyê diyar kir ku divê Meclis bi rola xwe rabe û mafê hêviyê nas bike.
* Endama Komeleya Akademiya Jinan Gulay Tekîn li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Kovara Jineolojiyê re şandibû ji ajansa me re axivî.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê serdana partiyên Kurdistanî bike. (10:00)
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê dê di hefteya 853yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
* Weqfa Mezopotamyayê dê kongreya xwe asayî ya 5an li eywana konferansê ya Çand Amedê li dar bixe. (14.00)
* Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be dê bi dirûşma “Em civakê biparêzin” ji Xaçerêya Dunyayê heta Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê meşekê li dar bixe. (17.30)
* Platforma Jin û Zarokan a Şirnexê li dijî destdirêjayiya li ser zarokan wê li navenda Şirnexê meşeke girseyî li dar bixe û daxuyaniyê bide. (18.30)