* Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be dê di 14ê Kanûnê de li Licêyê li dijî fihûş û tiryakê meşek bê lidarxistin. Siyasetmedar û rêveberên saziyên sivîl banga beşdariya meşê li gel kirin û gotin: “Rabin ser pêya û li Licê xwedî derkevin. Em ê li dijî fihûş û tiryakê bimeşin.”
* Malbatên di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Cizîrê xizmên wan hatine kuştin anîn ziman ku tiştên qewimîne nayên jibîrkirin û gotin: “Hêviyeke biçûk jî hebe bila aştî pêk were.”
* Lîstikvanê fîlmê “Cîran” Îsmaîl Zagros ê ji Almanyayê tev li Festîvala Fîlman a Amedê bûye diyar kir ku fîlmê wan bale dikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê û destnîşan kir ku peywîra hunermendan ew e ku êşa di dilê gelê xwe de derman bike.
* Li navenda Şirnex û navçeya Silopya bi beşdariya Veysî Aktaş, Mazlûm Dînç û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk civînên gel dê werin lidarxistin. (11.00-17.00)
* Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê dê di çalakiya xwe ya hefteya 879emîn de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê li aqûbeta Atîla Korkmaz bipirsin. (12.00)
* Şaxa ÎHDê ya Şirnexê bi mijara “Pêşeroj, îroj û paşeroja mafên mirovan” panelek li dar bixe. (13.00)
* Komeleya Wêjekarên Kurd bi serenavê “Şêwreke Wêjeyî” bi beşdariya nivîskaran li nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê dê gotûbejekê li dar bixe. (13.00)
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê di roja 7emîn de berdewam bike. (13.00-20.00)
* MED-DER û Kooperatîfa ANKAyê dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan kargeha “Zarok û mafên wan ên zimanî” li dar bixe. (15.00)
* Festîvala Muzîkê ya Wanê ku bi pêşengiya Platforma Muzîkê ya Bajêr tê lidarxisin, dê di roja 4emîn de berdewam bike. (17.00)
Kirmanckî
* Silêman Yildiz o zere Dêrsim de weşîya xo ramneno û bîyo şahidê 94î, behsê waştişanê şarê Dêrsimî keno û wina vano: “Dinya de demokrasî û însanîye est ê, çira no pirodayîş ma de nêqedîyeno.”












