* Bi destê Walîtiya Sêrtê û cerdevanên gundê Hosyanê bi hezaran darên li Herêma Bestayê tên birîn. Me xwe gihand cihê dar tên birîn û talana tê kirin tomar kir. Hate îdiakirin ku Waliyê Sêrtê jî şirîkê firotina êzingan e.
* Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç diyar kirin ku gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike, divê ev sed sal bibe sedsala gelê Kurd û xwestin ku şert û mercên niha bibin wesîleya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cafer têkildarî konferansa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat nirxandin kir û got: “Hakan Fîdan destûr neda ku civîn li Parîsê pêk bê.”
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê dê di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li Amedê meşekê pêk bînin û paşê li Qada Bajêr şahiyekê li dar bixin . (19.00)
Kirmanckî
* Tutmac werdêde herêmî yo û se serrî yo ke herêma Dêrsimî ya tarîxî ya girde de seba zimistanî tutmacî yenê viraştene. Dewa Cafranî de nê rojan de cinî yenê têhet û mîşteyê germîya tutmacî akenê. Ma zî înan rê bîme meyman.