* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan anî ziman ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peymanên hiqûqê yên navdewletî hatine binpêkirin û li dijî hiqûq û peymanan sûcê şer hate kirin û got ku divê saziyên navdewletî ji sûcdaran hesab bixwazin.
* Endamên Komîteya Amadekar ên Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin Rûçem Vefa Elyakût û Remzî Azîzoglû wiha gotin: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî nagihije armanca xwe.”
* Serokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa da zanîn ku 5 xebatkarên wan ên li Taxa Şêxmeqsûd karê xwe dikirin ji aliyê çeteyên HTŞ û SMOyê ve hatine revandin û bang li saziyên navneteweyî kir ku endamên wan bên berdan.
* Şêniyên gundê Terê ku bi salan e rastî zordariya dewletê tên diyar kirin ku ji ber bihabûna amûrên çandiniyê ew nikarin çandiniyê bikin û nikarin li gund debara xwe bikin.
* Komeleya Jinan a Rosayê dê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi avakirina aştiyeke birûmet ve” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kongreya Xwe ya 4emîn li dar bixe. (12.30)
* Platforma Saziyên Demokratîk, dê li Wanê ji bo êrişên li ser Rojava protesto bike, ji Parka Kûrtûlûşê heta Beşyolê bimeşe. (13.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê dê têkildarî êrişên li dijî Helebê û Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê meşekê li dar bixe. (13.00)
* Baroya Îzmîrê, ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê yê Berê Alî Aydin li ber Edliyeya Karşiyakayê daxuyaniyekê bide. (13.30)
* Ji bo Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê yê Berê Alî Aydinê ku rastî erîşekê hatibû û canê xwe ji dest dabû wê li Cemxaneya Çigiliyê merasîma definkirinê bê lidarxistin. (15.30)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî hewldanên komkujiyê yên li Rojava û sûcên mirovahiyê yên çeteyan li ber Plazaya AZCyê ya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)
* Platforma Jinan a Îzmîrê, derbarê êrişên li ser Helebê wê ji ber Avahiya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ve bimeşe û daxuyaniyekê bide. (18.30)













