* Dengbêjê ciwan Kava Înal ku bi kilamên xwe dilê çalakvanên di nobeta li dijî hewldana qeyûm de cih digirin xweş dike, got: “Ez kilamên xwe ji bo vîna xwe dibêjim û emê vîna xwe biparêzin.”
* Perwerdekar û Nivîskar Adar Jiyan, bi minasebeta nêzîkbûna 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nirxandin kir. Adar Jiyan destnîşan kir ku îro zimanê bajaran bûye zimanê tirkî û wiha got: “Zimanê tirkî, li gel zimanê fermî bûye zimanê têkiliyê, bûye zimanê kirîn û firotinê, heta bûye zimanê bazarê. Zimanê tirkî gund jî dane ber xwe. Kurdî wekî zimanê duyemîn bi kar tînin.”
* Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Amedê û TJA dê ji Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) heta Deriyê Mêrdînê “Meşa Azadî û Aştiyê” li dar bixin. (15.00)
* Dê li gelek bajaran bi boneya salvegera şermezarkirina 15ê Sibatê roja dîlgirtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çalakî bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. (12.00-19.00)
* Li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê çalakî bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn.