* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir anî ziman ku ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet gavên şenber biavejê û got: “Pêwîstiya ewil divê rêzdar Ocalan bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Girtiyên siyasî bên berdan û mafê perwerdehiya bi Kurdî bê dayîn.”
* Endamê rêveberiya OHDê ya Amedê Mehmet Sonmez da zanîn ku PKK û Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêtine û niha jî dora gavavêtinê ya dewletê ye û got ku ji bo birêvebirina pêvajoyê divê TMK were guhertin.
* Xwezaya Şirnexê bi salan e bi birîna daran û lêgerîna kanên komir, maden û petrolê tê talankirin. Di dîmenên talankirina xwezaya Şirnexê ku me ji ezman de kişand, xuya dike ku Çiyayê Gabarê bi birîna daran bûye cihekî bêdar û bi lêgerîna petrolê her cih hatiyê kolandin.
* Ji damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Wanê bên bibîranîn. (12.00)