* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêj di destpêka têkoşîna xwe ve yekîtiya Kurdan de bingeha hebûnê pênase kiriye. Li gorî vê pênaseyê, derba herî giran a dagirkeriyê, parçekirina hişmendiya Kurdan e, ji ber vê yekê avakirina yekîtiyê, li dijî vê perçebûna derûnî û civakî, serhildana herî mezin e.
* Sekreterê Giştî yê Egitîm-Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku ew ê bi mabesta Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê di 21ê Sibatê de Sempozyomeke Navneteweyî li darbixînin û got: “Li cîhanê gelek kesên ji mijarê re alaqadar dê serpehatiyên xwe parve bikin. Armanca me ew e ku bi vê sempozyomê re mafê zimanê dayikê li Tirkiyeyê bikin rojev.”
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê li eywaneke dawetê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê tev li civîna gel bibe. (13.00)
* Endamên Komîsyona Meclîsê yên ji bo nivisîna rapora hevpar hatinê peywirdarkirin dê di Serokiya Numan Kurtulmuş de bicivin. (14.00)
* Di çarçoveya bernameya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de dê şanoya bi navê “Dek û Dolabên Scapen” li Çand Amedê bê nîşandan û li ber AVM ya Ceylanê ji bo hişmendiyê stand bê danîn. (13.00-17.00)
* ANKA-DER, Komeleya Başakê û Navenda Çanda Anatoliyayê tekildarî 21ê Sibatê Cejna Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li taxa Başakê ya navçeya Mamakê bernameya pîrozbahiyê eşkere bike. (19.00)








