* Fatma Çîg a ku sê zarokên wê di şerê azadiyê de canê xwe dane diyar kir ku gelê Kurd ne gelê berê ye, nayê xapandin û got ku ji bo aştî pêk werê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî hemû bên berdan.
* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bal kişand ser xebatên ziman, çand û hunerê û got ku wan piştî wêrankirina qeyûman ji nû ve bingeha van xebatan saz kiriye û dixwazin reng û rûyê bajêr bikin bi Kurdî.
* Dayikên Aştiyê yên Botanê bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê û gotin ku ji bo aştî pêk were divê dewlet êrişên xwe rawestîne û heta êriş hebin aştî pêk nayê.
* Malbatên girtî Seyda Şîmşek û Firat Bilen ku li Girtîgeha Amedê tên ragirtin diyar kirin ku tevî pêvajoyê jî li girtîgehê zext berdewam dikin û poşmantî li girtiyan tê ferzkirin.
* Denîz Poyraz dê di sala 4’emîn a qetilkirina xwe de li gelek bajaran bê bibîranîn. (11.00-19.30)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de biaxive û geşedanên di rojevê de binirxîne. (12.45)