* Di ser kuştina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de salek derbas bû. Rojnameger Ekrem Berekat qala bîranînên hevpîşeyên xwe kir û diyar kir ku bi saya wan derewên çapemeniya dewleta Tirk têk çûn û berxwendana Rojava bi serket. Berekat got ku saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe piştgirî dan sûcê şer.
* Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Pêvajo hatiye asta qanûnî, divê bingeha hiqûqî were avakirin û di meha Çile de qanûnên aştiyê û azadiyê werin çêkirin.”
* Rêveberê MED-DERê Murat Aydin diyar kir ku dê di 21 Kanûnê de ji bo ku rêveberiya xwe ya nû bijêrin dê kongreyê li dar bixin û got: “Ziman mafê bingehîn ê gelê Kurd e, divê statu û fermîbûna zimanê me bê qebûlkirin.”
* Welatiyên Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê diyar kirin ku qeyûmê Mêrdînê xizmetê ji gelê Nisêbînê re nake û ji ber nebûna xizmetgûzariyê welatî di nava rewşek şerpeze de man e û li gelek taxan kuçe û kolan di nava heriyê de mane.
* Li gorî dane û îstatîstîkan di 23 salên AKPê de sewalkarî sal bi sal mir û li şûna sewalkariyê dewar ji welatên derve hatin kirîn. AKPê tenê di 15 salên dawî de 7.6 milyon dewar ji welatên derve kirî. Tenê li bajarên Serhedê di 35 salan de 17 milyon sewal kêm bûn.
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê bi beşdariya Çetîn Arkaş, Ayla Akat Ata û Sûzan Akîpa dê li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê civîna gel bê lidarxistin. (10:00-17:00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê têkildarî budçeyê dê li ber avahiya Maliyeyê ya Amedê daxuyanî bide. (12.30)
* Hunermend Eyşe Şan di salvegera 29emîn a wefata xwe de dê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê û li eywana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê were bibîranîn. (13:00-18:00)
Kirmanckî
* Daîmî Cengîz o ke xeylê wextî yo kilaman ser o xebitîyeno, derheqê tarîxê kilam û şuwareyanê Dêrsimî de qisey kerd û dîyar kerd ke tayê kilamî est ê ma înan ra vanê şuware û vano: “38 ke ame şuwareyan serê kilamanê ma girewt, ma rê tena şuwareyî mendê. Ma 38î de memanîme.”












