* Nûçegîhanê ANHAyê Rênas Remo ku 9 salan hevaltiya Cîhan Bîlgînê kiriye ew di salvegera kuştina wê de bi bîr anî û wiha behsa wê kir: “Şehîd Cîhan kedeke pir mezin da, her tim bi hêz û bi moral dixebitî. Tu cara pênûs û kameraya wê li erdê namîne”
Endamê OHDê parêzer Ozgur Yaldiz têkildarî qanûnên azadiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû û raporên partiyên siyasî diyar kir ku qanûnên azadiyê pêwîstiya pêvajoyeyê û got: “Ji bo pêşeroja gelan ji bilî qanûnên demokratîkbûyînê û azadiyê tu rê tune ye.”
* Welatiyên li Bajarokê Dêrgulê bi salan e kunciyan diçînin û dikin tehîn, her wiha welatî çêkirina tehînê jî bi awayek xwezayî û di aşê avê de çêdikin.
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeya Rezanê yê Amedê dê serdana şîna endamê HPGê Ahmet Furkan Kaya (Ronî Çiya) bê kirin. (11.00)
* Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) “19ê Kanûnê Roja Piştevanî û Têkoşîna Mafên Mirovan a Di Girtîgehan De” dê li avahiyên xwe daxuyanî bide. (12.30)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi beşdariya Çetîn Arkaş, Ayla Akat Ata û Raziye Ozturk dê li eywanek dawetê ya navçeya Sûrê civîna gel a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar bixe. (13.00)
* Dayîka Taybet (Taybet Înan) ku di 19ê Kanûna 2015an de li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîs û leşkerên dewletê ve hat kuştin dê di salvegera 10emîn de li cihê hatiye kuştin were bibîranîn. (13.00)
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ÇandAmedê bernameya bîranînê li dar bixe. (19.00)











